Li Amed û Şirnex kontra kemînan datînin

Yekîneyên kontra, li Amed û Şirnexê kemînan datînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku ev hefteyeke li herêmên Hêzil û Serikê Mihemmedê Ûsê yê li Sêgirka Şirnexê, yekîneyên kontra bi hinceta 'nêçirvaniyê' keşfê dikin. HPG'ê diyar kir ku yek ji van kontrayan di dema keşfê de ji latê wer bûye û miriye. HPG'ê got, "Êvara 1'ê Kanûnê, li herêma di navbera gundên Ziverterkê, Kelewanê û Haci Çerkez ên ser bi navçeya Amed Farqînê, yekîneyên veşartî yên artêşa TC xebatên kontra meşandine û kemînan datînin."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"1'ê Kanûnê saet di navbera 23:00-00:00 de artêşa TC a li li derdora Girê Şehîd Zerdeşt ê li herêma Avaşînê bi cih bû, bi obus, hawan û tankan herêma Şehîd Afad û geliyê Şehîd Rahîme bombe kir.

1'ê Kanûnê saet di navbera 16:30-17:00 de li herêma Metîna, roja 2'ê Kanûnê (îro) saet di navbera 00:00-05:00 de li herêma Garê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hatiye kirin."