Konferansa hêzên Kobanê yên YPG’ê bi dawî bû

Bi armanca ji nû ve rêxistinkirina hêzên leşkerî yên Kobanê yên YPG’ê konferansa bi şîara, “YPG’e, garantiya parastina gelên Sûriyeyê ye” bi dawî bû.

Bi armanca ji nû ve rêxistinkirina hêzên leşkerî yên Kobanê yên YPG’ê konferansa bi şîara, “YPG’e, garantiya parastina gelên Sûriyeyê ye” hat lidarxistin bi dawî bû. YPG’ê rewşa rêxistinî jî girt dest, di konferansê de biryarên girîng stand.

Bi armanca ji nû ve rêxistinkirina hêzên leşkerî yên Kobanê yên YPG’ê konferansa hat lidarxistin bi dawî bû.
Konferans ji 30’ê Mijdarê heta 2’ê Kanûnê bi şîara, “YPG’e, garantiya parastina gelên Sûriyeyê ye” hate organîzekirin

Di konferansa 300 delege tevlî bûn de rewşên siyasî û leşkerî yên li herêmê, Sûriyeyê û Rojava, rewşa rêxistinî ya YPG’ê û mijarên têkîldarî ji nû ve avakirinê bi detay hatin nîqaşkirin.

Axaftina girtinê ya Konfaransa ji çapemeniyê re girtî hatibû lidarxistin Dijwar Xebat kir. Xebat diyar kir ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê û derbeyên ku li çeteyan hatin xistin ji aliyê gelek derdor û welatan nehat hezmkirin û wiha got: “ Niha Efrîn bûye hedefa êrîşên çeteyan. Lê belê çete û hêzên hevalbendên wan li Kobanê bi hezîmetê re rû bi rû man. YPG li Sûriye 5 salên şer li pey xwe hiştiye, ji derveyî gelê xwe pişta xwe nedaye ti hêzan û nadê jî. Çawa em ji rêxistina YXK’ê derbasî organîzasyona YPG’ê bûn niha jî bi hêza xwe ya cewherî, bawerî û biryardariya xwe em beşdarî refên HSD’ê bûyine. Konferansa me ya rewşa herêmê dinirxîne, di heman demê de jî pirsgirêkên xwe yên rêxistinî girtin dest û ji bo çareseriyê jî perspektîfên nû girtin. Nirxandin û biryargirtina me ji bo gelê me û ji bo hevalên me yên birîndar serkeftî bû. Hemû hevalên me li vê biryargirtinê bi baweriyek mezin û bi disiplîn xwedî derkeve, di piratîkê de pêk bîne.”
Di dawiya konferansê de hemû beşdaran girêdana xwe ya bi gelê xwe, şoreş û şehîdan re nû kirin.
Konfarans, bi girtina govend û bi diruşmên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.