HDP: Werin, em bi hev re biçin navçeyên ku xwerêveberî heyî pirs bikin!
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî qetilkirina mirovên sivîl û qedexeya kolanan raporek amade kir û pêşkêşî meclîsê kir.
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî qetilkirina mirovên sivîl û qedexeya kolanan raporek amade kir û pêşkêşî meclîsê kir.
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî qetilkirina mirovên sivîl û qedexeya kolanan raporek amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Balûken, diyar kir ku tîmê Esadûllah a li Kurdistanê mirovan qetil dike DAIŞ'a Tirkiyeyê ye
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî qetilkirina mirovên sivîl û qedexeya kolanan raporek amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Balûken, diyar kir ku tîmê Esadûllah a li Kurdistanê mirovan qetil dike DAIŞ'a Tirkiyeyê ye. Balûken, destnîşan kir ku wekîlên HDP'ê jî heyî armanc dikin ku her kesî qetil bikin. Wekîlê HDP'ê Mithat Sancar jî anî ziman ku li dehan bajaran 4 mehin kolan li welatiyan qedexe kirine û bi awayekî kolektif Kurdan ceza dikin.
Koma HDP'ê têkildarî bûyerên li Kurdistanê pêş dikeve raporek amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdris Balûken û Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, bi civîna çapemeniyê rapora ku hatiye amadekirin bi raya giştî re parve kir.
‘ FARQÎN WÊRAN KIRIN’
Balûken, destnîşan kir ku piştî kolan li Farqîne qedexe kirin nêzî 20 hezar welatî neçar man koç bikin û piştî qedexeyan 16 welatî hatin qetilkirin. Balûken, da zanîn ku piştî qedexeya kolanan ji ber hêzên dewletê taxên Farqînê talankirin û wêran kirin û wiha got: "Em vê qedexeyê wekî operasyona talan û wêrankirinê dibînin. Di van êrîşan de hemû mal rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Rojnameger, nûnerên saziyên civakî û welatî rastî gefên kuştinê hatin. Çek xistin serê rojnamegeran. Bûyerên li Farqînê pêkanînên darbeyê ne.
'MILÊ DAIŞ’Ê LI TIRKIYEYÊ LI SER KAR E’
Balûken, destnîşan kir ku li Farqinê hemû mafên mirovan hat binpêkirin û heq û hiqûq nemaye. Balûken, bilêv kir ku hêza şer ketiye meriyetê û li Tirkiyeyê Esadûllah milê DAIŞ'ê ye. Tîmê Esadûllah milê DAIŞ'ê yê Tirkiyê ye. Ev pêvajo bi destê tîmê Esadûllahê tê meşandin. Lê hikûmet ti bersîvê nade vê yekê. Hikûmet berpirsiyarê nade ser xwe."
TÎMÊN ESEDÛLAH ARMANC DIKE WEKÎLÊN HDP’Ê QETIL BIKE
Balûken, da zanîn ku hêzên tîmên Esadûllah li Sûr, Farqîn, Nisebînê sûc dike û armanc dike ku wekîlan jî qetil bike. Disa êrişa li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag jî bi armanca kuştinê pêk hat.
117 ROJIN KOLAN LI WELATIYAN QEDEXE YE
Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar jî anî ziman ku li gelek bajaran 117 rojin kolan li welatiyan hatiye qedexe kirin. Di 6 mehên dawqî de welatî 4 mehin di nava qedexeyê kolanan de dijî. Herî dawî li navçeya Nisêbînê ji 13'ê mijdarê heta 26'ê mijdarê kolan li welatiyan qedexe kirin. Ev pêkanîn konsepta şerê taybet e.
EV PÊKANÎN SÛC E
Sancar, destnîşan kir ku hikûmet û dewlet bi van pêkanînan hem HDP'ê û hem jî gelê herêmê ceza dike û wiha got: "Ev pêkaninên li herême tên kirin ne zagoni ne. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) îhlal dike. Ev li dijî hiqûq û mafên mirovan e. Walî nikarin bi xwe vê biryarê bidin. Walî hemaliya polîtîkayên hikûmetê yên şer dikin."
‘ BI AWAYEKÎ KOLEKTÎF GELÊ KURD CEZA DIKE'
Sancar, daxuyand ku bi van pêkanînan gelê kurd ji hemû mafê wî bêpar dihêle û bi vî şerî polîtîkaya cezakirina kolektif li ser gelê kurd dimeşîne û wiha berdewam kir: "Di vî şeri de sekvanan bikar tînin. Di şerê Yugoslavya û Suriyeyê de jî heman rêbaz hatin bikar anîn.
NIHA EM DIBÎNIN KU ÊDÎ HÎZBÛLLAH, JÎTEM, GLADYO LI SER KARIN
Sancar, da zanîn ku li Nisêbînê jî hat dîtin ku sekvan bi yek guleyê welatiyan qedil dikin û wiha berdewam kir: "Li aliyê din têkildarî mijarê hemû pirsname û dawaznameyên ku em didin meclîsê û hikûmetê red dikin. Di bin navê ewlehiyê de hêzên ku şandine herêmê hêzên tarî ne. Nayê zanîn ku kîne. Berê Hizbullah, JİTEM, gladyo hebû, niha raste rast di pêşengiya wan de ev tê kirin. Musa Çitil hat darizandin û serbest hat berdan. Li şûna bê cezakirin peyvirdar kirin û şandin herêmê. Kesên ku bi sûcên mezin tên nasîn, hikûmet wan dîsa peyvirdar dike û dişîne herêmê. Bi vê yekê hola şer a bê dawî û mezin ava dike. Niha bajarên kurdan wekî laboratuarê bikar tîne. Van hêzên ku li herêmê di şer de bikar tînin, sibê dê li bajarên rojava jî di şer de bikar bînin."
Balûken jî dîsa mafê axaftinê girt û destnişan kir ku wan ev daxwaza rêveberiya cewherî bi her kesî re parve kiriye û daxwaza hemû kesan e. Balûken, ji rayedarên ewropayê ji xwest li vir lêkolîn bikin û rapor amade bikin ku rastiyê bibînin.
Balûken, herî dawî destnîşan kir ku wekîla HDP'ê Leyla Birlik ji maşînê daxistine dirêjî erdê kirine û gefên mirinê li wê xwarine.