Parlamenterê HDP’ê Ataş: Li Dêrik û Nisêbînê moralê gel bilind e

Li Dêrikê ji ber qedexeya kolanan gel bi fikar e, lê moralê gel jî pir bilind e. Gel di berxwedanê de bi biryar e.

Parlamenterê HDP’ê Erdal Ataş ê li Dêrikê ye wiha axivî: “Li Dêrikê ji ber qedexeya kolanan gel bi fikar e, lê moralê gel jî pir bilind e. Di berxwedanê de bi biryar e.”

Ataş destpêkê çû Nisêbînê ji wir jî derbasî Dêrikê bû, bi bîr xist ku meşên ji bo şkandina qedexeya kolanan a gelê Dêrik û Nisêbînê pêk anîne rastî êrîşa polîsan hatiye. 
Ataş diyar kir ku qedexeya kolanan li tevahî navçeya Dêrikê pêk tê û wiha got: “Lê em bi alîkariya gelê xwe ketin navçeyê.”

Ataş îşev wê li Dêrikê bimîne, diyar kir ku sibê ji bo rakirina qedexeyê wê hewl bidin. Ataş got tevahî hewldanên îro bê encam mane, wiha got:“ Walî û Qeymeqam hemû rêyên diyalogê girtine. Dema ku diyalog pêk tê jî wiha dibersivînin:‘ Me derbas dike’ yan jî ‘Heta dawî li kar were wê qedexe bidome’.”