Hevşaredara Şaxê ji ber ji ANF’ê re axivî îfade da!
Fermandariya Jendermeyên Navçeyê ji ber daxuyaniya Hevşaredara Şaxê Evîn Kewe ya têkîldarî bomberdûmankirina Şehîdgeha Şehîd Ronahî dabû ANF’ê, îfade jê xwest.

Dema îfadeyê de, leşkeran ji Kewe re pirsa, ‘Ji bo çi te daxuyanî da ANF’ê?’ kirin. Kewe der barê mijarê de agahî da, diyar kir ku jendermeyan ji ber daxuyaniya daye ANF’ê sûcdar kirine û gotine wê der heqê wê de xebatên îdarî yên pêwîst pêk bînin. Kewe jî anî ziman ku wiha ji jendermeyan re gotiye: “Ez li hember Şehîdgeha Ronahî vê êrîşa bombeyî rast nabînim. Ez vê êrîşa li hember abîdeyek ji bo Andrea Wolf û hevalên wê yên jiyana xwe ji dest dane hatiye çêkirin qebûl nakim. Gelek saziyên ragihandinê dikarin li min bigerin, ez ê agahiyan bidim. Ev di nav azadiya fikir û îfadeyê de cih digire. Di vir de ti sûc tineye.”
Her wiha leşkeran ji Kewe re gotiye ku wê îfadeya nûçegihanê pê re nûçe çêkirî jî bigirin.