Tîmên taybet li ser gelê ku ji bo protestokirina qedexeya kolanan a li Sûrê ya Amedê li Qada Dagkapi kombûyî gule reşandin. Şahidê bûyerê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp bûyer wiha vegot: “Em ber bi Dagkapi ve diçûn. Li pêşiya me taksiyek tîcarî sekinî. Du tîmên taybet ên rûyên wan maskekirî ji wesayîtê daketin, bi ser gel de gule reşandin, li wesayîta xwe siwar bûn û dûr ketin. Li gor em dizanin du kesan jiyana xwe ji dest dane. Der heqê birîndaran de me ti agahî negirtin. Ji ber ku em nikarin bikevin qadê. Qada Dagkapi û derdora wê bi temamî ji aliyê tîmên taybet hatiye dorpêçkirin.”
Hate diyarkirin ku cenazeyê jinekê li Dagkapi li erdê tê sekinandin.