Ji siyasetmedarên kurd re 44 sal ceza
Li Kopê ji 24 siyasetmedarên Kurd re 44 sal ceza hat birîn.
Li Kopê ji 24 siyasetmedarên Kurd re 44 sal ceza hat birîn.
Li navçeya Kopê ya Mûşê di sala 2009’an de cerdevanên bi navê Tûran û Metîn Bîlen gule li ser girseyê reşandin. Di encame de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di salvegera bûyeran de bi hinceta "Tevlî çalakî û civînên li dijî zagonan bûn" bi giştî 44 sal ceza li siyasetmedarên Kurd re hatin birîn.
Li navçeya Kopê ya Mûşê di sala 2009’an de cerdevanên bi navê Tûran û Metîn Bîlen gule li ser girseyê reşandin. Di encame de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di 15'ê Kanûna 2014'an de li navçeyê bi wesîleya salvegera bûyerê çalakî hat lidarxistin. Piştî çalakiyê ji 16 kesên tevlî çalakiyê bûn 2 sal û 3 meh ceza hat birîn. Ji kesekî re jî salek û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Di rûniştina li Dadgeha Cezayê Esliye de dadgehê bi hinceta "Meş, çalakî û civînên li dijî zagonê li dar xistin e, rêvebirin e û tevlî bûn e" ji Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Kopê Derar Koca, Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk, Zekî Gun, Kûrban Kaya, M. Şah Karaçelîk, M. Nûrî Karaçelîk, Veysel Elden, Mesna Kardagi, Bîlen Aydin, Bîlal Babahan, Koroglû Yaşar, Sadûllah Demîr, Sanî Kûtmaral, Abdûrrahman Aydogan, Cengîz Çîl û Rahmî Kaya re 2 sal û 3 meh û ji Arafat Gullu re jî salek û 6 meh, bi giştî dadgehê biryara 35 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da.
Jİ AMADEKARÊN KOMÎTEYA NEWROZÊ RE CEZA HAT BİRÎN
Li navçeyê bi heman hincetê ji 7 endamên Komîteya Amadekar a Newroza sala 2015'an ên di nav de rêveberên HDP'ê, endamên meclîsa giştî û şaredariyê jî hene bi giştî 8 sal 6 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat dayîn. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayên Asliye ya Kopê hat dîtin. Ji Rifat Çîçek, Aydin Çelîk, Bahyettîn Oruç, M. Mehdî Korkmaz, M. Şah Karaçelîk û M. Cuneyt Kîbar re salek û 3 meh û ji Muhammet Fatîh Karaçelîk re jî salek û 15 roj ceza dan.
Hat ragihandin ku 24 kesên ku ceza girtine wê serî li dadgeha bilind bidin.