Ciwanek li Sûrê bi guleya bombeavêjê birîndar bû
Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan bombeavêj avêtin malekê. Di êrîşa bombeavêjê de ciwanê bi navê Mehmet Kizilay birîndar bû.
Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan bombeavêj avêtin malekê. Di êrîşa bombeavêjê de ciwanê bi navê Mehmet Kizilay birîndar bû.
Li navçeya Sûrê serê sibê cara 5'emîn derketina kolanan li welatiyan hat qedexekirin. Bi qedexeya kolanan re êrîşên polîsan ên bi çekên giran jî destpê kir. Polîsan bi bombeavêjan êrîşî mal û taxan kir. Di êrîşa polîsan a bi bombeavêjê de, li Taxa Dabanoglu bombeavêj li malekê ket û ciwanê 19 salî Mehmet Kizilay birîndar bû. Kizilayê birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê.