Ji bo Azadiya Ocalan kampanyaya nû ya çalakiyan
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan wê 5’ê Kanûnê kampanyaya çalakiyê bê destpêkirin.
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan wê 5’ê Kanûnê kampanyaya çalakiyê bê destpêkirin.
Di pêşengiya Komaleya Malbatên Girtiyan (TUAD) bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 5’ê Kanûnê kampanyaya çalakiyê ya nû bê destpêkirin.
Çalakî û aktîvîteyên wê li Stenbolê destpê bikin, tê plankirin ku li tevahî bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibin.
Di çalakiyan de wê daxwaza azadiya Ocalan a fîzîkî ku di bin tecrîda girankirî de ye û ji nû ve pêkhatina atmosfera diyalogê bê kirin.
LI QADA AKSARAY START TÊ DAYÎN
Çalakiya yekemîn wê 5’ê Kanûnê li Qada Aksaray a Stenbolê bê lidarxistin. Li vir, der barê du mijaran de daxuyanî wê were dayîn. Di berdewama kampanyayê de wê mîtîng, meş, daxuyanî û panel bên lidarxistin. Tê plankirin ku ev çalakî li tevahî bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibin.
Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê wê sibê têkîldarî bernameyê agahî bê dayîn.
ZÊDEYÎ DEH MÎLYON ÎMZE PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTA EWROPA HATIBÛN KIRIN
Ji bo azadiya Ocalan ku wek avakarê aştiyê tê dîtin, li seranserî cîhane xebatên cuda tên meşandin. Di kampanyaya Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî li gelemperiya cîhanê meşandibû de ji 10 mîlyonan zêdetir îmze hatibûn berhevkirin û pêşkêşî Parlamenta Ewropayê hatibûn kirin.