Li Dêrikê êrîşî gel kirin: 5 kes hatin binçavkirin

Endamên Komaleyên Çandê yên Dêrikê ku ji bo protestokirina qedexeya kolanan a li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê berdewam dike xwestin bikevin navçeyê rastî êrîşa jendermeyan hatin. Di dema êrîşê de 5 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di bin navê qedexeya kolanan de ev 7 roj in rewşek awarte heye. Ji bo şikandina vê dorpêçê û piştgiriyê bidin berxwedana gel, endamên Komaleyên Çandê yên Dêrikê yên li bajarên cuda xwestin bikevin navçeyê. 

Ketina navçeyê ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Di ketina navçeyê de girseya ku ji bo protestokirina rewşê di nav de Parlementera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel jî heyî rastî êrîşa jendermeyan ya bi bombeyên gaze hatin.

Di kêliyen êrîşan de, ji nav girseyê Sedat Kaya, Cîhan Guneş, Selahattîn Ozuçalişir, Yûsûf Ûtma û Tayyar Korkmaz ji aliyên jendermeyan ve hatin binçavkirin.