Li Efrînê êrîşên çeteyan dewam dikin
Êrîşên çeteyan ên li hemberî herêma Efrînê, li derdora gundê Bênê dewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi tundî bersivê didin êrîşan.

Komên çete Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam û DAIŞ ên destekê ji AKP'ê werdigirin, gundê Dêr Cemal ê ser bi Şerawa dagir kirin. Êrîşên çeteyan ên li hemberî gundê Bênê jî didomînin.
Komên çete, şeva 1'ê Kanûnê bi hawan, topên cehenemê û çekên giran êrîşî gundê Bênê kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi tundî bersivê didin êrîşan. Ji ber ku hin topên hawanê li malan ketin, xisara madî rû da, lê tiştek bi kesî nehat.
Çeteyên li derdorê bi cih bûn, car carna bi topan êrîşî gundê Bênê dikin. Komên çete li gundê Dêr Cemal û qada Çiyayê Seman ê li nêzî bajarokê Ezazê hêzên xwe dicivînin.
Di sibeha 2'ê Kanûnê de jî çeteyan çend caran hawan avêtin gundê Bênê. Li ser bersivdayîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk şer derket.
Komên çete yê ku bi di pêşengiya dewleta Tirk de li hev kirin, ji 27'ê Mijdarê û vir ve êrîşî herêmên Heleb, Efrîn û Ezazê dikin.