Qada Şêx Seîd di bin dorpêça polîsan de ye

Piştî li Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) yek jê jin du kes ji aliyê hêzên dewletê hatin înfazkirin, wekîlên HDP’yî jî di nav de gelek kes çûn cihê bûyerê.

Ji ber polîsan Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) dorpêç kirin, girseyê li cihekî nêz daxuyaniya çapemeniyê da. Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakiya rûniştinê destpê kir.

Piştî li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) yek jê jin du kes ji aliyê hêzên dewletê hatin înfazkirin, wekîlên HDP’yî jî di nav de gelek kes çûn cihê bûyerê.

Ji ber dorpêça polîsan girse nikaribû bikeve qadê. Li Qada Şêx Seîd piştî daxuyaniya çapemeniyê Parlementerên HDP’ê, hevserokên BDP’e û HDP’ê jî di nav de gelek kesan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li Qada Şêx Seîd a Amedê, polîsan êrîşî girseya ku ji bo dorpêça navçeya Sûrê protesto bikin kombûyî kirin û yek jê jin 2 kes hatibûn înfazkirin.

...