Ji TEV-DEM’ê biryarên girîng

Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Cizîrê 8’emîn civîna xwe ya asayî li dar xist

Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Cizîrê 8’emîn civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de kar û xebatên 2 mehên borî hatin nirxandin û civîn bi gelek biryar û perspektîfan bi dawî bû.

Di çarçoveya kar û xebatên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Cizîrê de, Meclîsê duh li salona Sandîkeya Karkeran a bajaroka Rimêlanê 8’emîn civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de ku hemû nûnerên meclîsên TEV-DEM’ê yên Kantona Cizîrê amade bibûn, kar û xebatên 2 mehên borî hatin nirxandin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre derbarê kar û xebatên meclîsên TEV-DEM’ê yên bajarên Cizîrê raporên mehên Cotmeh û Mijdarê hatin xwendin. Her wiha hemû pirsgirêk û astengiyên rastî meclîsa hatine û şêwazên çareserkirina wan hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de ji bo pêşxistina kar û çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan gelek pêşniyar hatin kirin.
Di encama civînê de piştî ku raporên meclîsan û pêşniyar hatin nirxandin, gelek biryar û perspektîf di aliyên rêxistinî, rêveberî û xizmetguzarî de hatin derxistin.
Hinek ji van biryaran ev in:

-Bi armanca hêsankirina kar û xebatên rêveberî, hemû sînorên îdarî yên kantona Cizîrê bi hevkariya hêzên Asayîşê û şaredariyên gel bêne diyarkirin.

-Ji bo peydakirina kar ji ciwanên bê kar re xebat bêne zêdekirin.

- Komîteyeke ji hemû rêxistinên alîkariyan bête avakirin û çavdêriya şêwaza belavkirina alîkariyan bête kirin.
Her wiha derbarê biryarên xizmetguzarî de jî, bazareke sebze û pîşeyî li bajarê Dêrikê bê avakirin. Jeneretorên ceyranê ji gundên Tirbespiyê re bêne peydakirin û xebatên sererastkirina dibistanan bêne domandin.

Miqdara ard ji bo firneyên Girkê Legê bê zêdekirin. Ava vexwarinê ji hemû gundên herêmê re bê peydakirin. Av û ceyran ji herêma Serêkaniyê re bêne peydakirin. Toreya kanalîzasyonê ya bajarê Dirbêsiyê bê sererastkirin û dibistaneke nû li taxa Mesakên a bajarê Dirbêsiyê were avakirin.