Tûglûk: Kesên ev tişt bi wekîlan kirin gelo wê çi bi gel nekin

Tûglûk a di nav HDP’yiyên dema dixwestin biçin Dêrikê rastî gefa polîsê sivîl hatin de cih digirt, got ku îro polîsekî sivîl ê wer difikirin ku tîmê taybet e çek li wan kişandiye û xwestiye li wan bide.

Tûglûk a di nav HDP’yiyên dema dixwestin biçin Dêrikê rastî gefa polîsên sivîl hatin de cih digirt, got ku îro polîsekî sivîl ê wer difikirin ku tîmê taybet e çek li wan kişandiye û xwestiye li wan bide.

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê terora dewletê ya ket roja 6’an ku dijwar bû, derket holê polîsekî sivîl hewl daye li heyeta HDP’ê ya ji parlamenteran pêk tê bide. Parlamentera berê ya Wanê ya HDP’ê Aysel Tûglûk a ji ANF’ê axivî diyar kir ku îro polîsekî sivîl ê wer difikirin ku tîmê taybet e çek li wan kişandiye û xwestiye li wan bide. Tûglûk ragihand ku leşkeran polîsê mijara gotinê li erdê dirêj kirine û bi vî awayî  ew asteng kirine. Tûglûk got, “Kesên vê tînin serê wekîlan gelo wê çi bi gel nekin.”

DÊRIK DI BIN BOMBERDÛMANEK GIRAN DE YE

Taxên Cevîzpinar, Zeytînpinar, Kale, Dag, Kuçukpinar ên Dêrikê ku qedexeya kolanan ket roja 6’emîn di bin êrîş û bomberdûmanên giran de ne, wekîlên HDP’yî û gel xwestin ber bi taxên bi komkujiyan re rû bi rû ne bimeşin rastî êrîşa polîsan hatin. Derket holê ku parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel û Parlamentera berê ya HDP’ê ya Wanê Aysel Tûglûk ên ji sibehê ve hewl didin bikevin taxên ji aliyê dewletê hatine hedefgirtin, ji aliyê polîsekî sivîl bi gulebaranê hatine tehdîtkirin. Tûglûk bal kişand ku niha Dêrik di bin bomberdûmanek giran de ye, destnîşan kir ku dema ev agahî bihîstin bi gel re ji bo pêşiya komkujiyan bigirin ber bi taxên hatine hedefgirtin hewl dane bimeşin, lê dema gihiştin Taxa Bahçelîevler bi êrîşa polîsan rû bi rû mane. Tûglûk ragihand ku ji ber bombeyên gazê yên polîsan ji mesafeyek nêz avêtin ser girseyê çav çavan nedidît, destnîşan kir ku li hember van êrîşan gel berxwedanek pir mezin nîşan daye û taxên xwe terk nekiriye.

EM JI MIRINÊ FILITÎN

Tûglûk got, “Li Dêrikê li hember gel êrîşek topyekûn pêş xistine” û bal kişand ku li Dêrikê yekîneyên taybet ên çav li wan sor bûne hene, ev yekîne ji ti pîvan û hiqûqê fêm nakin. Tûglûk da xuyakirin ku îro ji mirinê filitîne û bûyer wiha ragihand: “Dema ku nîvro me hewl da em bikevin Dêrikê polîsekî sivîl ê ku dişibe tîmê taybet berê çeka xwe da me. Tam nîşan girt, leşkeran xwe avêtin ser, ew danîn erdê û wiha asteng kirin. Ev rewş jî nîşan dide ku bê ka bûyer çiqasî cidî ne. Kesên li hember wekîlan vê dikin, ka gelo li hundir wê çi bi gelê Dêrikê nekin?”

Tûglûk ragihand ku ji hevdîtinên têkildarî rewşa dawî ya Dêrikê yên bi qeymeqam û walî ti encam bi dest nexistine û wiha got: “Ewqasî mejiyê wan sekiniye ku ji me re vê pirsê dikin, ‘Hûn bi çûna wir dixwazin çi bikin?’” Tûglûk destnîşan kir ku ji dengê çek û topan ên ji Dêrikê tên diyar e bê êrîşeke çiqasî giran pêk tê.