BI DÎMEN

Li Tambovê pîrozbahiya 27’ê Mijdarê

Kurdistaniyên li bajarê Tambovê dijîn, 37. Salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Federasyona Rûsya Tambovê dijîn, bi munasebeta pîrozkirina 37. Salvegera PKK’ê şahiyek lidar xistin. Şahiya ku duh bi şev saet di 18:00 de li salona konserê ya mala neteweyan hat lidarxistin, ji bogiyana cangoriyên Kurdistanê bi yek deqeyê rêgirtinê destpê kir. 

Di şahiyê de hevserokê Kongreya Êzîdiyên Rûsyayê Cemal Şemoyan û endamên rêveberiya bajarê Tambovê jî amade bûn. Şemoyan li ser wate û girîngiya rojê axivî û got: "Gelê Kurd roja 27’ê Mijdarê bi coşek mezin pîroz dike. Ji ber ku di vê rojê de gelê me ji zordestî û zilma neyarê li ser axa Kurdistanê îradeya gelê Kurd înkar dikin serî rakirin. Ji bo vê jî ev roj ji bo hemû Kurdan bi wate û girîng e. Îro li hemû cihê ku Kurd lê dijîn, ev rojê bi coşek mezin tê pîrozkirin. PKK di nava gelê me bûye sembola azadî û serfiraziyê." 

Di berdewama axaftina xwe de Şemoyan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Mîmar û damazrînerê Partiya Karkerên Kurdistan Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdek mezin de ye. Pêwîste dewleta Tirk ji van polîtikayên xwe yê qirêj xwe rizgar bike û tecrîda li ser Ocalan rake. Wê demê wê aramî were welêt."

Piştî axaftinên hatin kirin konsera şahiyên bi stranên hunermend Mem Ararat, Seyda Perînçek, komên govêndên Kurd û Rus, koroya jinên Rus û bi beşdariya hunermenden herêmî ve berdewam kir. 

Konsera şahiya 27’ê Mijdarê li gel stranan gerandina govendê ve heya derengê şevê berdewam kir. 

...