Salvegera damezrandina PKK'ê li Stockholm, Vasteras û Dûîsbûrgê hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Swêdê Stockholm û Vasteras û li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê hat pîrozkirin.
37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Swêdê Stockholm û Vasteras û li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê hat pîrozkirin.
37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Swêdê Stockholm û Vasteras û li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê hat pîrozkirin.
Di şevên ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kirin de rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivîn. Rêveberan ragihandin ku PKK a di 27'ê Mijdara 1978'an de ava bû, Kurd li çar parçeyan gihandiye hev, bûye çavkaniya hêvî, hezkirin, edalet û azadiyê.
Qisekeran ragihandin ku ji ber vê yekê PKK rastî êrîşên giran ên dewleta Tirk tê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Girava Îmraliyê dîl tê girtin. Di axaftinên li şevan de hat destnîşankirin, ku ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê Kurdistanî têkoşînax we xurttir bikin.
Di şeva li bajarê Vasterasê de, piştî peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, hunermend Evîn, Bêrîvan, Cewad Merwanî, Agrîn Azad, Dilşad Hewlêrî derketin ser dikê.
Di şevên li Stockholm û Vasterasê de AKP û dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
ŞEVA LI DÛÎSBÛRGÊ
37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê li salona Serhat 2 hat pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mûsûr Aslan mafê axaftinê girt.
Piştre siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem peyivî û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Kem got, "Sala 38'an a têkoşînê, wê bieb sala herî dijwar û bi zehmet. Em di dema herî zêde nêzî şoreşê û azadiyê de ne."
Di şevê de Hozan Dilovan, Ozlem Baglayan, Koma Rizgar, Koroya Zarokan a Dûîsbûrgê û Koma Evîna Sarya ya Govendê hunerên xwe pêşkêş kirin. Di şevê de dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" hatin qîrîn.