BI DÎMEN

Dûran Kalkan: Hesabê qetilkirina Tahîr Elçî wê were pirsîn

Kalkan di axaftina xwe ya li bernameya Polîtîka Alan a televîzyona Med Nûçe de diyar kir, ku heta êrîşên rejîma AKP'ê bidomin, her şêwe çalakiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê rewa ne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên desthilatdariya AKP'ê da. 

Kalkan di axaftina xwe ya li bernameya Polîtîka Alan a televîzyona Med Nûçe de diyar kir, ku heta êrîşên rejîma AKP'ê bidomin, her şêwe çalakiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê rewa ne.

'QETILKIRINA TAHÎR ELÇÎ DIJWARKIRINA ŞER E'

Kalkan di destpêka axaftina xwe de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr anî got, "Ez, welatparêzê mezin û biryardar ê Kurd Tahîr Elçî bi rêzdarî bibîr tînim. Elçî di têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de canê xwe da. Tevlî karwanê şehîdan ê ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan, bû. Wê her tim bi vî rengî were bîranîn. Di têkoşîna me ya aştî, azadî û demokrasiyê de wê were bîranîn. Bîranîn û armanca wî, wê li Kurdistana azad û civaka demokratîk şênber bibe."

Kalkan der barê qetilkirina Elçî de ku li navçeya Amed Sûrê ji aliyê polîsên Tirk ve hat kuştin got, "Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve bi sedan zarok, ciwanên Kurd ên sivîl ahtin qetilkirin. Sekvanan li nava kolanan ew qetil kirin. Beşek ji wan extiyar bûn, jin bûn, ji heft heta heftê salî li her kesî dan, ew qetil kirin. Goristan, şehîdgeh bombekirin. Cenaze li dû wesayîtên zirxî girêdan û ew bi erdê ve kişandin. Bi qasî ku cenazeyên jinan tazî û teşhîr bikin, namerd bûn. Ev hemû nîşaneyên têkçûnê ne. Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê ji ber ku nûçegihanî kir, girtin. Zêdegaviya xwe birin radeya xistina balafira Rûs. Ev hemû nîşaneyên têkçûnê ne. Divê qetilkirina Tahîr Elçî jî ji vê cuda neyê nirxandin. Ev yek, dewamkirin û dijwarkirina vê pêvajoyê ye.

TOROSÊN DAVÛTOGLÛ DIGERIN!

Kalkan diyar kir ku Tayyîp Erdogan li ser kursiya Serokkomariyê rûniştiye û hedef nîşan dide. Kalkan got, "Çeteyên faşîst jî van hedefan bi cih dîtin. Dibêje 'Wê berdêlê bidin' û li ser vê yekê ya tên girtin an jî tên qetilkirin. Îro li Kurdistanê çeteyeke bi vî rengî ya faşîst digere. Ahmet Davûtoglû di propaganda hilbijartinê ya li Wanê de got 'Wê Torosên Spî bigerin', niha li her derê torosên Ahmet Davûtoglû digerin. Lê belê rojek wê hesab serûbin bibin. Yên ev kirine, yên dikin û yên didin kirin wê ji sedî sed hesab bidin. Ev yek wê ji kesî re nemîne."

'POLÎSÊN AKP'Ê MÎNA SS ÊN HÎTLER IN'

Kalkan da xuyakirin ku JÎTEM niha li ser kar e û got, "Navê tîmên Esadûllah lê bikin, Ocaxên Osmaniyan lê bikin çi lê dikin bila bikin, lê JÎTEM a salên 90'î niha li ser kar e. Komkujiyan dike. Dorê li bajarên Kurdan digirin. We leşkerên feqîr ên xwe ji Farqînê kişandin dîtin. Ew tiştekî nakin. Bi wan re dorpêç dikin, dûre ew yên rûyê wan reş dest bi komkujiyê dikin. Rûyên xwe bi maskeyan digirin, ji ber ku sûc dikin. Dema ciwanên Kurd kefiyê girê didin, qiyametê radikin. Eger tu ji karê ku dike piştrast e, çima tu rûyê xwe bi maske digire? Rûyê hemû kujerên te girtî ne. Û reşiqîr e. Mîna keriyên SS ên faşîst ên Hîtler in. Li bajarokên Kurdan bi rêya wan komkujiyan dike. Di vê mijarê de, li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdengiyek hebû, hin cih bêdeng man. Dor wê were yên bêdeng mane. Mejiyê faşîzmê ev e. Li dijî faşîzmê pêwîstî bi têkoşînê heye, pêwîstî bi serîrakirinê heye."

alkan got, "Tayyîp Erdogan dibêje qey 'bi tenê ez dikarim erîş bikim, kesek niakre êrîş bike. Li gorî Erdogan bi tenê ew êrîş dike, dişewitîne, hildiweşîne. Heta ku faşîzma AKP'ê vê bike, li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çi rengî çalakî bên kirin, hemû rewa ne.

Bi awayekî vekirî dibêjim. Her tiştên Tayyîp Erdogan dikarin werin şewitandin, xera kirin. Her tiştên AKP'ê dikarin bên şewitandin, xerakirin. Rewa ye. Ji ber qedexeyê datîne ser her tiştî. Li pêş çavan dibêje; ez ê bilêdanê we bêdeng bikim, we bimelisînim. Ji sedî sed pêwîstî bi berxwedanê, pêwîstî bi yekîtî, wêrekî û têkoşînê heye. Divê yên têdikoşin bi tenê neyên hiştin."

'DIVÊ BLOKA AŞTIYÊ BÊ AFIRANDIN Û EV BLOKA DEST DEYNE SER RÊVEÇÛNA TIRKIYEYÊ'

Kalkan banga yekîtiyê li rewşenbîr, welatparêz, demokrat û şoreşgeran kir û got, "Pêwîste blokeke rastî ya aştî û demokrasiyê ya berfireh bê afirandin û sekneke ku dest deyne ser vê rêveçûna Tirkiyeyê, bê nîşandan. Pêwîste her kes tevlî vê bibe. Pêwîstî bi sekneke demokratîk û şoreşger a xurt heye."

'PASÎFÎZM RÊ LI BER TÊKÇÛNÊ VEDIKE'

Kalkan ev bang li hemû hêzên şoreşger û demokratan kir:

"Girîng e hemû rêxistinên şoreşger li hev bicivin, blok an jî eniya berxwedanê ya şoreşger biafirînin. Bi afirandina tifaqeke demokrasî û aştiyê ya berfireh re pêwîste hêzên demokratîk ciwan û jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê rakin ser piyan. Divê vê rêveçûna faşîst bisekinînin. Hewce ye li ber xwe bidin, cîhanê agahdar bikin, qet nebe civaka Tirkiyeyê agahdar bikin. Çapemenî bêdeng kirin. Hin jê bêdeng bûn. Tayyîp Erdogan kir ku kulm li wan bê dayîn û gef li hinek ji wan xwar. Bi vî rengî hin ji çapemeniyê bêdeng bû. Teslîm dibin. Yanî teslîmbûna li hemberî faşîzmê, tiştekî nade qezenckirin. Teslîmiyet xiyanet e, pasîfîzm rê li ber têkçûnê, berxwedan jî rê li ber serketinê vedike."

Kalkan da xuyakirin ku tevgereke pasîfkirinê û melisandinê tê meşandin û got, "Divê bi ti awayî serî li ber vê neyê tewandin."

Kalkan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Divê bi hev re, bi hevgirtina hêzê re ev were kirin. Pêwîstî pê hebe, divê mirov karibin hin ji aliyên rêbaza berê ya jiyanê biterikînin. Civaka Tirkiyeyê, gelê Kurd di nava şerekî cidî de ne. Yanî bi êrîşên tinekirinê re rû bi rû ne. Divê mirov rê nedin vê."

EM Ê LI BER XWE BIDIN!

Kalkan got, "Em ê li ber xwe bidin" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Divê her kes vê zanibe. Em berxwedanê gelekî hêja û bi qîmet dibînin. Em amade ne bi her kesên dixwazin li ber xwe bidin re bi her awayî tifaq û yekîtiyê çêbikin. Lê divê her kes vê bizanibe. Dema ev pêvajo piştî 7'ê Hezîranê rû da, me got divê berxwedan bê nîşandan, lê hin kes ketin nava endîşeyan. Hinek dibêjin qey ji ber berxwedanê faşîzm zilmê dike. Na, berxwedana PKK'ê nebûya, gerîlayên Kurd nebûna, li wan bajaran ew ciwanên wêrek, fedekar li ber wan bendan li ber xwe nedabûna jî, AKP'ê niha her kes melisandibû, bêdeng kiribû.

TU BÛYÎ NERON, WÊ TE LI QESRÊ DEFIN BIKIN?

"Pîvana mêrik aşkera ye: Dibêje, 'em ê bi erdê re bikin yek'. Wê di destpêkê de yên dijîn bikuje, dûre jî bi erdê re bike ye. Bi tenê wê qesr bimîne. Çi dîktatoriyeke mezin e! Çi bû, tu bû Neron, bû Fîrewn, bû Nemrûd? Yanî hinekî bibe mirov. Tuyê jî sibê bimire. Ew bi xwe jî ji bo xelkê dibêje. Dibêje, 'li ser kevirê teneşîrê gelo wê pere têxin bêrîka te?' Baş e, hingî wê perê te hebin? Wê te li qesrê defin bikin? Ewqas zêdegavî nabe."