Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar diyar kir, ku Ocalan ev 17 sal in bi awayekî dij bi hiqûqê tê ragirtin û destnîşan kir, ku weke buroyê wan li dijî tecrîdê planeke çalakiyan a ji 3 mehan amade kirine.
ALÎ GULER
KOLN / ANF
sêşem, 1 berfanbarê 2015, 07:00
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar diyar kir, ku Ocalan ev 17 sal in bi awayekî dij bi hiqûqê tê ragirtin û destnîşan kir, ku weke buroyê wan li dijî tecrîdê planeke çalakiyan a ji 3 mehan amade kirine.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 17. a dîlgirtina wî de bi awayekî girankirî dewam dike. Ocalan ê ku 5 sal in nikare parêzerên xwe bibîne û ev saleke destûr ji hevdîtina malbatê re nayê dayîn, bi pêkanîneke taybet re di nava tecrîdê de tê ragirtin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mahmût Şakar nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê da û anî ziman ku girîng e tecrîda li ser Ocalan bi şêweyeke taybet bê nirxandin. Şakar destnîşan kir ku ev tecrîdê ne li hiqûqa li Tirkiyeyê tê, ne jî li hiqûqa navneteweyî tê. Şakar bang li rayedarên Tirk kir ku dawî li tecrîdê bînin û anî ziman ku di serî de gelê Kurd divê hemû derdorên demokratîk li hemberî tecrîdê rabin.
'AKP HIQÛQ BINPÊ KIRIYE'
Şakar da zanîn ku ew bi rewşeke asayî re rû bi rû nîne û got, "Birêz Ocalan ev 5 sal in nikare parêzerê xwe bibîne, ev saleke nikare malbata xwe bibîne û ji meha Nîsanê ve nikare bi heyeta HDP'ê re hevdîtinê bike. Ji wê rojê ve, ji bilî nûçeyên spekulasyon ên di çapemeniyê de derketî, ti agahî jê nehatiye wergirtin. Nepêkan e ku ev rewş bê îzahkirin. Ji ber ku hiqûqa xwe çiqasî paşketî jî be, ev rewş li hiqûqa Tirkiyeyê nayê û ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Ev demeke dirêj e hikûmeta AKP li pêş çavên tevahiya cîhanê, bi rêbazeke ku hiqûqa navneteweyî binpê dike re dibêje ew ê nehêle Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji xwe di vir de ji bilî hiqûqê, rewşeke bi darê zorê tê ferzkirin heye. Tişta ku niha hikûmeta ji parêzeran re radigihîne, xerabûna keştiyê yan jî rewşa nebaş a hewayê ye. Bi awayekî ku henekê xwe bi hiş û mejiyê mirovan dike re ev pênc sal in dibêje keştî xerabe ye. Ji vî alî ve dema were nirxandin, pêkanînek faşîzan a zêdeyî îşkenceyê, ku bi ti awayî li wijdanê însanî nayê di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd bi cih tê anîn."
'HIQÛQ DI POZÎSYONEKE BÊBANDOR DE YE'
Parêzer Şakar bibîr xist ku piştî dîlgirtina Ocalan, hem di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de hem jî di hiqûqa navneteweyî de gelek serlêdan hatin kirin û anî ziman ku di destpêkê de wan di 16'ê Sibata 1999'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Şakar ragihand ku di dema piştî vê serlêdanê de wan gelek caran ji ber tecrîdê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û da zanîn ku cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî yê li Ocalan hat birîn li dijî hiqûqê û Dadgehê Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2009'an de biryar daye ku tecrîd binpêkirina 3 xalan e.
Şakar got, "Biryara ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hat dayîn, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi cih nehat anîn. Hikûmeta heyî, dema mijar Ocalan be hiqûqa navneteweyî nas nake. Hiqûq li pêşberî tecrîda li ser Birêz Ocalan, bêbandor e."
'GIRÎNG E LI DIJÎ VÊ REWŞA LI HEMBERÎ HIQÛQÊ, TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN'
Parêzer Mahmût Şakar ragihand ku Ocalan li girava Îmraliyê di nava mercên taybet de tê ragirtin û got, "Birêz Ocalan li gorî hiqûqa Tirkiyeyê girtiyek û hikumxwarek nîne. Ev nêzîkatî di şexsê Ocalan de peyamek Komara Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd e. Sparteya vê yekê li qada neteweyî û navneteweyî nîne. Lewma ji aliyê polîtîk ve parçeyek ji nêîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan e. Ji ber vê yekê, li hemberî vê yekê bi tenê têkoşîna hiqûqî wê têrê neke. Mîna ku weke niha hat kirin, divê têkoşîna siyasî û demokratîk bê xurtkirin. Ji xwe gelê Kurd ev 17 sal in bi çalakiyên xwe re nîşan da ku pozîsyona dîlgirtinê nas nake. Em jî ji aliyê hiqûqê ve têkoşîna xwe dimeşînin. Ji niha û pê ve jî eger li qadên din jî xwedîderketineke xurt bê nîşandan û têkoşîn were meşandin dibe ku ev pozîsyona siyasî bê guhertin, rewşa Birêz Ocalan tê de ye bê guhertin. Ji ber ku rewşa Birêz Ocalan mijareke hiqûqî nîne." Şakar da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa şer û aştiyê ya li Tirkiyeyê diyar dike.
PLANA ÇALAKIYAN A 3 MEHAN
Parêzer Şakar da xuyakirin ku ew ê hewldanên xwe yên li dijî tecrîda li ser Ocalan bidomînin û di vê çarçoveyê de planek çalakiyan a ji bo sê mehan destnîşan kirine. Şakar got, "Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya heta roja îro bidomînin. Di nava 3 mehên li pêşiya me de weke buroyê em ê hin çalakiyan lidar bixin. Plana çalakiyan jî bi vî rengî ye:
1-Ji hemû saziyên mafên mirovan, rayedarên mafên mirovan ên hiqkûmetan û komîsyonên mafên mirovan ên parlamentên li Ewropayê re, em ê nameyek li ser rewşa Birêz Ocalan bişînin. Di vê nameyê de em ê hem agahdariyê bikin hemû daxwazên xwe bi şênberî bilêv bikin.
2-Di nava van 3 mehan de weke buro, em ê li Ewropayê kampanya îmzeyan a beşdariya hiqûqnasan bidin destpêkirin.
3-Di mehên Çile û Sibatê de em ê hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê civîn, semîner û panelên li ser agahdarkirinê lidar bixin. Tevî vê yekê em ê rû bi rû bi hiqûqnasan, kesayetên polîtîk û akademîsyenan re hevdîtinan bikin."