Di êrîşa li dijî Şêxmeqsûd de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Ji ber êrîşên bi topan ên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li dijî taxa Şêxmeqsûd, zarokekî 2 salî jiyana xwe ji dest da, 2 jê zarok 4 welatî birîndar bûn.
Ji ber êrîşên bi topan ên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li dijî taxa Şêxmeqsûd, zarokekî 2 salî jiyana xwe ji dest da, 2 jê zarok 4 welatî birîndar bûn.
Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam danê vê sibehê jî bi hawan û fuzeyan êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.
Di êrîşên çeteyan de pitika 2 salî Beyan Elewî jiyana xwe ji dest da, Mihemed Hec Umer ê 8 salî ji serê xwe, Xalid Hemamê (15), Şêrîn Şêx Mûs (32) ji nava xwe û Ehmed Nasan (57) jî ji sînga xwe birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîşên çeteyan niha jî dewam dikin û hêzên YPG/YPJ bi tundî bersivê didin.