Heyeta HDP'ê ya ku ji bo lêkolînkirina rewşa navçeya Dêrikê berê xwe da herêmê, careke din rastî êrîşê hat.
Heyeta HDP'ê ku di nav de parlamenter Meral Daniş Beştaş, Çaglar Demîrel, Gursel Yildirim û Mahmût Tûgrûl jî hene, duh hatin navçeyê. Piştî êrîşa duh îro jî polîs û leşkerên Tirk êrîşî heyetê kir.
Li hemberî wekîlên HDP'yî bombeyên gaza îsotê hatin bikaranîn. Wekîlên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Çaglar Demîrel, ji ber bombeya gazê bêhn li wan çikiya. Welatiyan xwestin wekîlan rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê, lê belê polîsên Tirk destûrê nedan. Li ser vê yekê ji neçarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.