Polîsan li Cizîrê kesekî din birîndar kirin
Polîsên Tirk ên li Cizîrê êrîşên xwe yên li dijî gel didomînin, duh bi şev welatiyê bi navê Suleyman Kûrtoglû yê 33 salî bi guleyan birîndar kirin.
Polîsên Tirk ên li Cizîrê êrîşên xwe yên li dijî gel didomînin, duh bi şev welatiyê bi navê Suleyman Kûrtoglû yê 33 salî bi guleyan birîndar kirin.
Êrîşên tîmên taybet û polîsên Tirk ên li navçeya Şirnex Cizîrê yên li dijî gel, bênavber dewam dikin. Polîsên ku êrîşî hemşîreyên qetilkirina Tahîr Elçî protesto dikirin kirin, welatiyê bi navê Haci Sosûr qetil kirin û duh jî zarokê bi navê Abdullah Cîlasûn birîndar kirin.
Piştî van bûyeran, duh bi şev jî, polîsên li Çevreyolû bicih bûbûn, ji wesayîta zirxî gule berdan Taxa Yafesê û welatiyê bi navê Suleyman Kûrtoglû birîndar kirin.
Kûrtoglû bi ambûlansa ku şêniyên taxê bang lê kirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî mudaxleya destpêkê, Kûrtoglû hat emeliyatkirin.
Ji bo Haci Sosûr ê pêr ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, wê îro merasîma cenaze bê lidarxistin. Ji ber merasîmê esnafan îro dikanên xwe venekirin. Xwendekaran jî dibistan boykot kirin.