Ji Elmanyayê ber bi Stenbolê, ji wir jî tevlîbûna li nava DAIŞ'ê!
Tirkiye ku cihê stargeh û perwerdeyê yê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ e, bi rêya çeteyan êrîşî gel dike. Dewleta Tirk a ku li Bakur bi polîsên fermî li dijî gel şer dike, li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rengî DAIŞ'ê xwe nîşan dide.
NÛJIYAN ERHAN
ŞENGAL
sêşem, 1 berfanbarê 2015, 11:29
Li ser çeteyên DAIŞ'ê yên li Girê Kolik ê li rojavayê Şengalê hatin kuştin, belgeyê derketin ku ev belge nîşan didin çete li Stenbolê maye. Çeteyê DAIŞ'ê yê li May Otel a li Fatîhê ma, di ser Tirkiyeyê re derbas Sûriyeyê, ji wir jî xwe gihandiye Şengalê û li dijî civaka Êzidî şer kiriye.
Tirkiye ku cihê stargeh û perwerdeyê yê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ e, bi rêya çeteyan êrîşî gel dike. Dewleta Tirk a ku li Bakur bi polîsên fermî li dijî gel şer dike, li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rengî DAIŞ'ê xwe nîşan dide.
LI OTELEKE LI FATÎHÊ MA
Çeteyên DAIŞ'ê yên ji çar aliyên cîhanê tên anîn, di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojhilata Navîn dibin. Di şerê li Girê Kolik ê di navbera çiyayê Ebdulezîz ê Rojava û çiyayê Şengalê de ye, lewma cihekî stratejîk tê dîtin, gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gir hat paqijkirin. Ji van çeteyên li vir hatin kuştin, li ser yekî bi navê Vasîlyeû Dzîanis belge hatin dîtin ku ev belge nîşan didin Dzîanis li Stenbolê maye. Dzîanis ji Elmanyayê hatiye Stenbolê, li Stenbolê jî li May Otelê maye. Di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê û ji wir jî xwe gihandiye Şengalê, li Şengalê jî hat kuştin.
Di nava belgeyên li Girê Kolikê bi dest hatin xistin de, tefsîrên Rûsî-Erebî û gelek nasname hatin bidestxistin.
GIRÎNGIYA CERABLÛSÊ JI BO TIRKIYEYÊ
Tirkiye ku ji aliyê saziyên serbixwe yên navneteweyî ve jî êdî weke destekdarê çeteyan hatiye îlankirin, bi belgeyên derdikevin holê re baştir tê fêmkirin, ku çima di plana xwe ya Cerablûsê de israr dike. Dewleta Tirk, ji bo hêzên Rojava xwe negihînin Cerablûsê çi ji dest hat kir, gef xwar û top avêt Kobanê. Yanî Tirkiye dixwaze mîna zirxekî, Cerablûsê ji bo parastina DAIŞ'ê bi kar bîne. DAIŞ'ê êrîşên li hemberî Kobanê jî, bi wergirtina desteka ji dewleta Tirk re di ser Cerablûs û Girê Spî (Til Ebyad) re kiribû.
Di destê Tirkiyeyê de ji bo sînorê bi DAIŞ'ê re bi tenê Cerablûs maye. Tirkiye dixwaze bi vî rengî Kurdan li çar parçeyan qels bike.