BI DÎMEN

Endamê çete: Êrîşên me ji aliyê Tirkiyeyê ve hat plankirin

Di malpera fermî ya Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşeran) de dîmenê çeteyekî li gundê Meryemîn ji aliyê hêzên HSD'ê ve bi saxî hat girtin, hat weşandin. Di dîmen de çeteyê endamê tabûra El Sehaba Ebdullah El-Ubeyd li xwe mukur tê.

Malpera Înternetê ya Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) dîmenê itîrafa çeteyê bi navê Ebdullah El-Ubeyd ku endamê koma bi navê Tabûra El-Sehaba ye û di şerê li gundê Meryemînê de dîl ketiye destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), weşand.

Ev çete dibêje ku tabûra ku ew di nav de (Tabûra El-Sehaba) ji aliyê Cebhet El-Nûsra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê ve tê birêvebirin, ew bi navê Artêşa Azad êrîşî Keştaar û Meryemînê ango cihê ku Hêzên Ceyş El-Siwar û HSD’ê lê bin dikin.

Ebdullah Mihemed El-Xazî El-Ubeyd dibêje navî Emîrê wî Ebû Mihemed El-Newêjî ye, fermandarên wan hemû endamên DAIŞ’ê ne û piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin.

Çeteyê dîl got ku ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zora DAIŞ’ê nebin, ew êrîş dikin da ku wê lawaz bikin.

Çeteyê dîl Ebdullah El-Ubeyd got ku di nava komên ku êrîşên herêma Ezaz a Helebê dikin de Tabûra El-Sehaba, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ hene û ev hemû bi navê Artêşa Azad êrîşan pêk tînin.