Piştî êrîşên li dijî gundê Bênê pevçûn didomin

Çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê bi topên hawanê û fûzeyên êrîşî gundê Bênê kirin. Şervanên YPG/YPJ’ê bersiv dan. Pevçûn didomin.

Çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê hêzên xwe ji aliyê eniya gundê Tinb û Keştear ve li derdora gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê kom dikin.

Ji aliyekî din nûçegihan diyar kirin ku di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê yê ku li gundê Dêrcemalê ya girêdayî herêma Ezazê kom bûn de pevçûnan rû dan.

Îro ji saetên sibehê çeteyan bi çekên giran, topên hawanan û fûzeyên gundê Bênê yê girêdayî Kantona Efrînê xistin hedefa êrîşên xwe. Hate diyarkirin ku li gundê ku bi dehan top li malan ketin de ti windahiyên mirovan çênebûye lê di jiyangehên sivîlan de xisarên mezin pêk hatine.

Li derdora gundê Bênê  pevçûnên  demkî di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyan de didomin.

Her wiha nûçegîhanan ragihandin ku di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê yên li gundê Dêrcemal ê girêdayî Ezazê kombûyî de pevçûnan destpê kiriye. Lê têkîldarî detayên pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin.