Li Dêrikê êrîş zêde dibin, berxwedan mezin dibe-HAT NÛKIRIN

Li Dêrika Çiyayê Mazî, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxan niha jî didomin. Gel jî bi berxwedanê bersivê dide êrîşan.

Li Dêrikê qedexeya kolanan di roja 7. de berdewam dike.

Li Dêrika Çiyayê Mazî, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxan niha jî didomin. Gel jî bi berxwedanê bersivê dide êrîşan.

Qedexeya kolanan li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di roja 7. de berdewam dike, êrîşên hêzên dewletê yên li hember taxên xwerêveberî hatine îlankirin jî didomin. Wesayîtên zirxî yên li mintiqaya Xab a li binê Çiyayê Tûrcel, Cadeya Qoserê hatine bicihkirin ji vir lê taxên Cevîzpinar, Dag, Kuçukpinar, Zaytînpinar û Kale didin.

Li hember êrîşên danê sibehê zêde bûn, her diçe hêzên dewletê li hember berxwedana gel a mezin dibe nema dikare bikeve taxan, derdora xwe rasterast bomberdûman dike. 

Li her 5 taxan, tevî av û elektrîkê, xetên telefon û înternetê jî hatine qutkirin.

CIWANÊ DERKET HEWŞA MALA XWE, BÛ HEDEFA GULEYAN

Tîmên taybet ên ku dikin nakin nikarin berxwedana gel bişikînin, li Taxa Cevîzpinarê gule berdan ciwanê bi navê Fethî Ozyildiz.

Ozyildiz ê ku bi şev derketibû hewşa mala xwe bû hedefên polîsan ên ji wesayîta zirxî hatin berdan. Yek ji van guleyan li zikê Ozyildiz ket û ew birîndar kir. Dayika wî, piştî pê hesiya kurê wê birîndar bûye, ew xist hundirê malê.

Ozyildiz ji ber êrîşan qasî saetekê bi dayika xwe re ma û piştî saetekî bi alîkariya cîranên xwe ve birin Nexweşaneya Dewletê ya Dêrikê. 

Ozyildiz li vir piştî mudaxaleya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hate hînbûn ku xeteriya li ser jiyanê Ozyildiz dewam dike.