Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, qedexeya derketina derve ya çaremîn, di roja 3. de dewam dike. Êrîşên hêzên dewletê jî dewam dikin.
Êrîşên li hemberî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê duh bi şev destpê kirin, heta danê sibehê dewam kirin. Tîmên taybet ên bi wesayîtên zirxî yên bi tîpa kobra li qada Newrozê, kolan Çaxçax û derdora nexweşxaneya berê bi cih bûn, heta ber destê sibehê gule li taxan reşandin. Li dijî van êrîşan jî gelê Nisêbînê tevahiya şevê bi qîrîna dirûşmeyên 'Bijî Berxwedana Nisêbînê' li ber xwe da.
Li aliyê din, duh bi şev saet di 23:00 de ji leşkergeha li taxa Stasyon a Mêrdînê, 30 wesayîtên zirxî li dû hev derketin. Konvoya leşkerî di rêya bejahî ya navbera Mêrdîn-Qoserê de berê xwe da navçeya Nisêbînê.