Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin

Li Nisêbînê ku piştî qedexeya dawî jî dorpêça hêzên dewletê berdewam dikir, cara 4'emîn qedexeya derketina kolanan a bêdem hate îlankirin.

Li Nisêbînê ku piştî qedexeya dawî jî dorpêça hêzên dewletê berdewam dikir, cara 4'emîn qedexeya derketina kolanan a bêdem hate îlankirin. Di qedexeya dawî ya 14 rojan de 9 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin.

Qedexe û dorpêça hêzên dewletê ya li ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bênavber didome. Li 4 taxên navçeyê, ji aliyê Qeymeqamiya Nisêbînê ve qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Li gor nivîsa ku Qeymeqamî ji Şaredariyê re şand, îşev saet di 21.00'an de li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê qedexe destpê dike. Dîroka dawîbûna qedexeyê nehate diyarkirin ango qedexeyeke bêdem hate îlankirin.

Qedexeya 3'emîn a ku 14 rojan berdewam kiribû, 4 roj berê di 26'ê Mijdarê de bi dawî bibû. Di 14 rojên qedexeyê de, 9 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, hin ji wan giran 19 kes jî di êrîşan de birîndar bibûn. Her wiha di êrîşan de bi dehan mal an jî kargehên gel jî hatibûn xirabkirin.