Ji bo şervanê YPG'ê Delîl Hesekê merasîma girseyî

Şervanê YPG’ê yê Ereb Delîl Hesekê (Xelîl Sûwadî) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ya Hesekê bi merasîmek girseyî spartin axê.

Şervanê YPG’ê Delîl Hesekê bi merasîmek girseyî hat oxirkirin.

Şervanê YPG’ê yê Ereb Delîl Hesekê (Xelîl Sûwadî) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ya Hesekê bi merasîmek girseyî spartin axê.

Saziya Malbatên Şehîdan, rêveberên TEV-DEM’ê, li ser navê Meclîsa Tûyna Murşît Mûstafa, li ser navê PYD’ê Zeynep Sarûxan, li ser navê YPG’ê Reşo Kobanî, nûnerên partiyên Suryanî û bi sedan kes li merasîma cenazeyê amade bûn.

'EM Ê DEST JI ŞOREŞÊ BERNEDIN'

Di merasîmê de Murşît Mûstafa axivî û got: “Şehîd nîşaneya jiyana me ya bi rûmet in. Şehîdan em heta vir anîn. Em sozê didin şehîdan ku em ê dest ji vê şoreşê bernedin.”

Li ser navê YPG’ê jî Kobanî ev anî ziman: “Hevalê Delîl heta şehîd bû jî di çeperên xwe de heta dawiyê bi gotina, ‘Bijî Serok Apo’ şer kir. Hevalê Delîl bi tena serê xwe 4 saetan li ber xwe da. Ne çepera xwe ne jî hevalên xwe bi tenê nehişt. Em sozê didin hevalê Delîl û malbata wî ku em ê li ser şopa hevalê xwe bimeşin.”

Merasîm bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şehîd Delîl” bi dawî bû.

...