YPG'ê gundê Merîmîn ji çeteyan paqij kir
Çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên ku li herêma Ezazê derbên giran ji hêzên Ceyş El Siwar xwarin, duh bi şev bi hev re êrîşî herêma Efrînê kirin.

Çeteyan êrîşî gundên Merîmîn û Anab ên Efrînê û gundê Kiştear û aşê Feysel ên Ezazê kirin.
GUND JI ÇETEYAN HAT PAQIJKIRIN, BI DEHAN ÇETE HATIN KUŞTIN
Çete ketin nava gundê Merîmîn û ji duh bi şev û vir ve şerekî dijwar diqewime. Li gorî nûçeya ANHA; di encama şer de îro saet di 12:20'an de hêzên YPG'ê gundê Merîmîn ji çeteyan paqij kirin.
Di şer de bi dehan çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneyên wan tevî cenazeyên wan ketin destê şervanên YPG'ê.
Li derdora gundê Merîmî şer hînê giran e.
4 ÇETE BI SAXÎ HATIN ZEVTKIRIN
Berdevkê Fermandariya YPG'ê ya Efrînê Firat Xelîl jî ragihand ku çete dixwazin şer bigihînin Efrînê û anî ziman ku di şerê li herêmê de 4 çete bi saxî ketine destê hêzên YPG'ê.