‘Qetilkirina Elçî îspat dike ku dewlet bûye mafya’
Dîwana Edaletê ya KCK’ê: Der barê Elçî de ku fezleke hat amadekirin, hat xwestin bê girtin û dema ev pêk nehat jî ku hat qetilkirin, bi awayekî aşkera mafyabûna Qesr-AKP-Dewlet nîşan dide.
Dîwana Edaletê ya KCK’ê: Der barê Elçî de ku fezleke hat amadekirin, hat xwestin bê girtin û dema ev pêk nehat jî ku hat qetilkirin, bi awayekî aşkera mafyabûna Qesr-AKP-Dewlet nîşan dide.
Dîwana Edaletê ya KCK’ê ya têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyanî da got: “Li gel komkujiyên Pirsûs û Enqereyê di serî de Enqere, Edene û Mersînê li gelek bajaran ti failên ku êrîşên li dijî HDP’ê dernexistine holê, tenê ji bo fikrên xwe anî ziman Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî destpêkê ji aliyê qesrê û desthilatiyê bi linca siyasî ve rû bi rû hate hiştin, dozgerên qesrê yên her tim amade bi lez û bez der heqê Parêzer Tahîr Elçî de ku fezleke amade kirin, hat xwestin bê girtin û dema ev pêk nehat jî ku hat qetilkirin, bi awayekî aşkera mafyabûna Qesr-AKP-Dewlet nîşan dide.”
Dîwana Edaletê ya KCK’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirk li hemberî daxwazên xweseriya demokratîk a gelan şerê topyekûn ferz dike û kiriye pratîkê, çalakiyên terorê û komkujiyan her roj hê zêdetir dike.
Dîwana Edaletê ya KCK’ê diyar kir ku ev cinayetên ku bi hevkariya AKP-Qesr-Dewletê re li hember şoreşger-welatparêzên demokrat tên kirin û tê xwestin bên dorpêçkirin û bêdengkirin, ji aliyê vê organîzasyona sêmend ve tê veşartin. Dîwanan Edaletê da xuyakirin ku li hemberî vê organîzasyona sêmend kes û aliyên dixwazin dengê xwe bilind bikin bi guleyên fermî yên dewletê tên qetilkirin û hewl tê dayîn ku bên bêdengkirin. Dîwana Edaletê ya KCK’ê bal kişand ser van xisûsan: “Ev organîzasyona sêmend a navenda wê Qesr e; desthilatdarî, dewlet, çapemenî, daraz kiriye kontrola xwe û hewl dide di nav civakê de atmosfereke tirsê ava bike. Li hember kesên rastî neheqiyan tên hemû deriyên ku li heq û hiqûqê bigerin tên girtin û teslimiyetê li ser wan ferz dikin. Bi taybet tiştên di pêvajoya hilbijartinê û piştî wê de rû dan nîşan daye ku li Tirkiyeyê destûra bingehîn û qanûn ji aliyê vê organîzasyona sêmend ve hatiye sekinandin, dewlet bi temamî ketiye wesfekî mafyavarî de.
Li Tirkiyeyê destûra bingehîn û qanûn hatine sekinandin, destûra bingehîn a 12’ê Îlonê jî pêk nayê, behsa heq, hiqûq û edaleta kirin bi qasî ku ne li cih e, muxatabek ji bo lêgerîna heq û hiqûqê jî li holê nehiştine. Li Tirkiyeyê sîstema darazê riziyaye û li herî binî de ye, êdî ne mimkun e ku gelên Tirkiye û Kurdistanê li navgînên darazên Tirk li mafê xwe bigerin. Ji ber ku navgînên darazê jî ketiye bin talîmatên qesrê û bûne çete. Ji ber vê jî ketiye bin xizmeta dewleta bûye mafya. Saziyên darazên Tirk ên bi talîmatê qesrê dikevin nav tevgerê ne cihê lêgerîna heq û edaletê ye, ji çalakiyên terorîst ên dewleta mafya re kirasên hiqûqê dibîne û li ser vî esasî bûne saziyên ne rewa yên parastinê.
Bi taybet komkujiyên komî yên di pêvajoya hilbijartinan û piştî hilbijartina, negirtina failên cinayetan, berevajî bi reşkirina delîlan ve nixumandina komkujiyan û lewre lixwediderketina van komkujiyan nîşan daye ku rewabûna dewlet û hikûmetê êdî nemaye. Li gel komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, di serî de Enqere, Edene û Mersînê li gelek bajaran ti failên ku êrîşên li dijî HDP’ê pêk anîne dernexistine holê, tenê ji bo fikrên xwe anî ziman Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî destpêkê ji aliyê qesrê û desthilatiyê bi linca siyasî ve rû bi rû hate hiştin, dozgerên qesrê yên her tim amade bi lez û bez der heqê Parêzer Tahîr Elçî bi amadekirina fezlekeyê daxwaza girtinê kirin û dema ev jî nebû qetil kirin. Ev bi xwe îspatên mafyabûna Qesr-AKP-Dewletê ne. Linca siyasî ya bi hedefgirtina muxalefeta şoreşger û demokratîk, bi talîmatên qesrê înfazkirin, sûcên dewlet û AKP’ê her diçe zêdetir dike. Li ser vî esasî jî ji ber ku rêxistinên bajar û navçeyan ên AKP’ê yên li Kurdistanê hevkarê polîkayên komkujiyên li dijî gel in û li hember gel sûcan dikin, lewre ti rewabûna wan tineye. Ji ber vê jî bi taybet li Kurdistanê, li Tevahî Tirkiyeyê divê gel vê rastiyê bibînin, saziyên daraza Tirk ne rewa îlan bikin, sîstema edaleta civakî bi xwe ava bikin.”
Dîwana Edaletê ya KCK’ê destnîşan kir ku tevahî navgînên darazê yên li Kurdistanê ne xwedî ti rewabûnê ne û wiha got: “Em dizanin ku li Kurdistanê avakirina sîstemek edaleta civakî ya neteweya demokratîk ji bo sîstemek adil nebe nabe ye. Wek Dîwana Edaletê ya KCK’ê; li Kurdistanê di serî de rêxistinên AKP’ê û xebatkarên rêxistinên wê, ji bo tevahî kes û saziyên li hember civakê sûc kirine li dadgehên gel bên darazandin wê di demek herî kurt de mekanîzmayên pêwîst bên avakirin ji bo edaleta civakî wê pêvajoya darizandinê destpê bike.
Li ser vî esasî; em ji aliyê organîzasyona Qesr-AKP-Dewletê qetilkirina qasidê aştî û azadiyê Tahîr Elçî şermezar dikin, ji Xwedê rehmetê, ji malbata wî, tevahî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin.”