3 ji çeteyên ji aliyê YPG'ê ve hatin girtin Tirk in

Hêzên YPG'ê, êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên bi hev re li dijî Efrînê pêk anîn, şikandin. Hêzên YPG'ê her wiha 4 ji van çeteyan bi saxî girtin.

Hêzên YPG'ê, êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên bi hev re li dijî Efrînê pêk anîn, şikandin. Hêzên YPG'ê her wiha 4 ji van çeteyan bi saxî girtin.

Çeteyên El Nûsra, Eharr El Şam, Cûnd El Aksa û DAIŞ'ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, duh bi şev bi hev re êrîşî Şêxmeqsûd, Til Eran, Ezaz û Efrînê kirin.

Li ser bersiva tund a YPG'ê, şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de tevî derbên giran ên li çeteyan hatin xistin, 4 endamên van komên çete bi saxî hatin girtin. Hat ragihandin, ku 3 ji van çeteyan Tirk in û 1 jî Ereb e.

ANHA'yê wêneyên 4 çeteyên Tirk ên bi saxî ji aliyê YPG'ê ve hatin girtin, weşand.

...