Şervanên HSD’ê gundê Merîmîn ê girêdayî Efrînê azad kirin

HSD’ê gundê Merîmîn ê girêdayî Efrînê yê ji aliyê çeteyên El Nusra û Ahrar-û Şam ve hatibû dagirkirin azad kirin. Di pevçûnan de 8 çete hatin kuştin, 2 çete dîl hatin girtin.

HSD’ê gundê Merîmîn ê girêdayî Efrînê yê ji aliyê çeteyên El Nusra û Ahrar-û Şam ve hatibû dagirkirin azad kirin. Di pevçûnan de 8 çete hatin kuştin, 2 çete dîl hatin girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)’ê, gundê Merîmîn ê girêdayî Efrînê yê ji aliyê çeteyên El Nusra û Ahrar-û Şam ve hatibû dagirkirin azad kirin. Di pevçûnên ku ji şevê din ve li herêmê didomin, piştî rizgarkirina gund, 8 çete hatin kuştin, çeteyek dîl hat girtin.

Hate diyarkirin ku çeteyên windahiyên giran dane jinek 35 salî qetil kirine

Gundiyên ji gundê ku çeteyan texrîbatên mezin pêk anîne koç kiribûn vedigerin, gundiyên Merîmîn ên Ereb kêfxweşiyên xwe bi spaskirina şervanê HSD’ê anîn ziman. Şervanên HSD’ê li hember kemînên bombeyî yên çeteyên li gund dest bi operasyonek berfireh a paqijkirinê kirin, di encama vê operasyona berfireh de çeteyekî ku xwe veşartibû jî dîl hate girtin.

Li hember êrîşên çeteyan şervanên HSD’ê tedbîrên xwe zêdetir dikin, li herêmê cih bi cih pevçûn didomin.

Piştî azadkirina gund, ji Fermandarên HSD’ê Faris Kico destnîşan kir ku ev sê rojên dawî çete êrîşî gel dikin. Kico diyar kir ku li Heleb, Efrîn û Ezazê çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar û Şam li hember Kurdan bûne yek û ev tifaqa êrîşî jîngehên Kurdan dikin û Kurdên li herêmê bi komkujiyan re rû bi rû ne. Kico da xuyakirin ku wê li hember her cure êrîşî bi bersivdayinê gel biparêzin, banga “li hember êrîşên çeteyan piştgirî dayinê” di serî de hêzên navneteweyî li hêzên demokratîk û hişyar kir.