Qetilkirina Elçî li Qoserê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Prz. Tahîr Elçî di pêşengiya Nûnertiya Egîtîm Sen a Qoserê de bi meşekê hat protestokirin.
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Prz. Tahîr Elçî di pêşengiya Nûnertiya Egîtîm Sen a Qoserê de bi meşekê hat protestokirin.
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Prz. Tahîr Elçî di pêşengiya Nûnertiya Egîtîm Sen a Qoserê de bi meşekê hat protestokirin. Di meşê de hat diyarkirin ku Elçî ji ber fikrên xwe hat qetilkirin.
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di pêşengiya Egitim Sen de bi daxuyaniyek çapemeniyê û meşekê hat protestokirin. Rêxistinên navçeyê yên DBP, HDP’ê, Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî û bi sedan kes tevlî vê daxuyaniya ku heman demê DISK, TMMOB û saziyên civaka sivîl piştgirî danê bûn. Berî daxuyaniyê girseya ku li Qada Azadiyê ya Qoser kom bû pankarta, “Em qatilan û hevkaran nas dikin” vekirin, bi dirûşmên, “Tahîr Elçî nemir e”, “Qatil dewlet wê hesab bide” ber bi Qada Azadiyê meşiyan.
Piştî rêzgirtinê beriya daxuyaniya çapemeniyê Sernûnerê BES ê Qoserê Şeyhmûs Akbaba axaftinek kir. Akbaba destnîşan kir ku Elçî ji ber fikrên diparast hatiye qetilkirin û wiha got: “Ji bo Elçiyê nikarîbûn bi tehdîdan, binçavkirinan bê deng bikin, çareserî di qetilkirinê de dîtin. Lê bila ti carî ji bîr nekin ku gelê Kurd bi qetilkirinê tine nabe.”
Piştî axaftina Akbaba, li ser navê girseyê Sernûnerê Egîtîm Sen ê Qoserê Hamît Gungor daxuyaniya çapemeniyê da. Gungor got ku di demeke ku têkildarî girtina rojnamevan Dundar û Gul di seriyan de pirsnîşan çêbûn bi qetilkirina Elçî re li Tirkiyeyê yeka nû li komkujiyan hat zêdekirin.
Piştî daxuyaniyê girseyê ji bo protestokirina Elçî çalakiyeke rûniştinê ya 5 deqeyan pêk anî û dawî li çalakiya xwe anî.