Li Dêrikê li hember qedexe û êrîşan çalakiya dengderxistinê

Li Dêrikê li hember qedexeya derketina kolanan a dikeve roja 5’emîn, danê êvarî çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin. Tevayî navçe tevlî çalakiyê bû.

Li Dêrikê li hember qedexeya derketina kolanan a dikeve roja 5’emîn, danê êvarî çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin. Tevayî navçe tevlî çalakiyê bû.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan ket roja 5’emîn. Li hemberî êrîşên tîmên taybet ên li dijî taxên Cevîzpinar, Kale, Kuçukpinar, Dag û Zeytînpinar ku taybet danê êvarî dijwar bûn, gel li ber malên me û kolanan dest bi berxwedanê kir.

Piştî tarî ket erdê li hemberî êrîşên tîmên taybet, welatî bi beroş û tebaxan derketin ber malên xwe û dest bi çalakiya dengderxistinê kirin. Di çalakiya dengderxistinê ya li taxên di bin êrîşê de dengê tilîliyan bilind bû.