Ciwanê dema bi telefonê diaxivî hat qetilkirin spartin axê

Cenazeyê ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl ê 18 salî yê li Silopiyayê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi lorîkên dayika wî Sînem Yeşîl û dirûşman hat definkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê duh li Taxa Cûdî ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl (18) dema derket ser banê malê ji aliyê polîsên li Dibistana Suleyman Demîrel bi cih bibûn hat qetilkirin. Cenazeyê Yeşîl piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê anîn Silopiya û hat definkirin. Cenazeyê Yeşîl li ber Mizgefta Mekke ya li Taxa Yenîşehîrê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî darbesta Yeşîl ji aliyê hevalên wî ve hat hilgirtin û heya goristanê bi meşê birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Serokê Baroyê Amedê Tahîr Elçî yê duh hat qetilkirin û Yeşîl hatin hilgirtin û dirûşma "Qatil dewlet wê hesab bide" hat berzkirin.

Li goristanê rêzgirtin pêk hat û siruda "Ey Reqîp" hat xwendin. Piştre Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir axivî û wiha got: "Êdî bes e. Wê heya kengî li hemberî komkujiyan bêdengî berdewam bike." Nayir diyar kir ku Tahîr Elçî parêzvanê mafê mirovan bû û wiha axivî: "Dewleta AKP'ê ya mêtinger her roj ciwanên me qetil dike. Bi hişmendiya DAIŞ'ê êrîşan dike. Gelê Kurd wê serhildanên xwe bilind bike û wê qesrê hilweşîne."

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî wiha got: "Hişmendiya wan qirêj e. Bi xwînê xwe xwedî dike û dîroka wan bi xwînê hatiye nivîsandin."

Apê Yeşîl Alî Yeşîl jî sersaxî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê xwest.

Piştî axaftinan cenazeyê Yeşîl bi lorikên dayika wî Sînem Yeşîl û dirûşman de hat definkirin.

Piştî karên definkirinê bi hezaran kes careke din bi meşê heya ber avahiya HDP'ê meşiya û derbasî konê sersaxiyê bû.