Xaça Sor Tevgera Azadî ziyaret kir

Rayedarên Komeleya Alîkariyê ya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) bi rayedarên Tevgera Azadî re li Kerkukê hevdîtinek pêk anîn.

Rayedarên Komeleya Alîkariyê ya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) bi rayedarên Tevgera Azadî re li Kerkukê hevdîtinek pêk anîn.

Hevdîtin îro li navenda Tevgera Azadî ya li Kerkukê pêk hat. Li ser navê Xaça Sor nûnerên Kerkukê Dilêr Îbrahîm û Stephanîe Kebbe, li ser navê Tevgera Azadî jî Husên Kerkukî, Hecî Nuredîn, Husên Cebarî û Helmet Hesen tevlî bûn.

Hate diyarkirin ku hevdîtin li ser daxwaza rayedarên Xaça Sor pêk hatiye, piştî hevdîtinê ti daxuyanî nehat dayîn.

Li gor agahiyên hatin wergirtin rayedarên Xaça Sor hem xwestine rayedarên Tevgera Azadî nas bikin hem jî eger bingeha xebateke hevpar ava bibe, têkildarî krîza penaberan a li Kerkukê û hestyariya di navbera cudatiyan de wê alîkariyê bixwazin.

Her wiha hat diyarkirin ku heyeta Tevgera Azadî jî li beramberî vê daxwaza rayedarên Xaça Sor nêzîkatiyek erênî nîşan daye û ji bo berjewendiyên gelê Kerkûkê çi wezîfe bikeve ser milên wan wê pêk bînin.

...