BI DÎMEN

MLKP: PKK’ê li hember dewleta faşîst gavek jî paşve navêtiye

Şervanê MLKP’ê Tûncay ê ku li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe wiha got: “Em 37. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz dikin û diyar dikin ku li hember her cure êrîşên ku li hember 4 parçeyên Kurdistanê, em ê bi PKK’ê re li ber xwe bidin.”

Şervanê MLKP’ê Tûncay ê ku li Şengalê bi HPG, YJA Star û hêzên YBŞ’ê re li hember çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe wiha got: “Em 37. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz dikin û diyar dikin ku li hember her cure êrîşên li hember 4 parçeyên Kurdistanê, em ê bi PKK’ê re li ber xwe bidin.”

Tûncay bi bîr xist ku şervanên MLKP’ê jî li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 3’ê Tebaxê 2014’an li dijî Şengalê pêk hatin, bi HPG/YJA Star, hêzên YBŞ’ê re têkoşiyane, diyar kir ku ji Şengalê silavkirina 37. salvegera damezirandina PKK’ê jî xwedî girîngiyek cuda ye.

Tûncay destnîşan kir ku PKK’ê berxwedana Kurdan da destpêkirin û Tevgera Azadiyê ya Kurd mezinkir, pêş xist li gel vê di van rojan de jî ji çeteyên DAIŞ’ê paqijkirin û azadkirina Şengalê bi ser xistiye. Tûncay wiha got: “PKK’e li hember înkarê partiya pêşeng a têkoşîna neteweya Kurd e. PKK’ê di dîroka xwe de êrîş dîtin, şehîd dan, bi îxanetan re rû bi rû hat. Lê tevî vê jî li hember dewletên mêtinger gavek jî paş de navêtiye.”

‘TÊKOŞÎNA BI DEHAN DESTPÊKIR GIHIŞT SED HEZARAN’

Tûncay ragihand ku têkoşîna bi hin kesan destpêkir niha gihiştiye sed hezaran û wiha berdewam kir: “Li çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê bi PKK’ê re têkoşîna azadiya Kurd tê meşandin. Ji ber vê jî têkoşîna azadiya Kurd, ji aliyê azadiya Kurdan heta ne tenê Kurd, ji bo azadbûn û demokratîkbûna Anatolya, Tirkiyeyê, cih û têkoşîna PKK’ê xwedî tevkariyek pir girîng e. Ji aliyê me jî ji bo avakirina xwişktî/biratiyê, aştiyê, li ser têkoşînê ji bo lêhûrbûnê, bi PKK’ê re meş girîng e. Partiya me MLKP bi şoreşa Rojava, li Kobanê, Şengalê, Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hevalên PKK’yî re li hember êrîşên dewletên faşîst-mêtinger, li dijî desthilatiya AKP’ê, li hember êrîşên dewletê têkoşînê mil bi mil mezin dike.”

‘WEZÎFEYA ME YA NIHA KURDISTANA BAKUR E’

Tûncay destnîşan kir ku wek rêxistina MLKP bi şervanên PKK’ê re sal û nîvekê li Şengalê têkoşiyane û axaftina xwe wiha domand: “Têkoşîna bi hev re ya li hember çeteyên DAIŞ’ê, jiyana hevpar baweriya me ya li hember hev zêdetir kir. Ji niha û şûn ve wezîfeya me hê mezintir e. Ji bo êrîşkariya dewleta faşîst a li Bakurê Kurdistanê ji holê bê rakirin, em ê di rêya xwe ya li Kobanê, Serêkaniyê, Şengalê bimeşin, ji bo azadkirina Bakurê Kurdistanê divê em vê hevaltiya xwe pêşdetir bixin.”

Tûncay bal kişand ku ji bo biratiya her du neteweyan qewîm bibe jî gihiştine nuqteyek girîng û ev gotin: “Bi şehîdan ev têkoşîn pêş ket. Bi hevalên PKK’ê re me dest bi pêngava azadkirina Şengalê kir û me çeteyên DAIŞ’ê ji navenda bajar û gelek derdoran paqij kir. Ji bo em hesabên komkujiyên Pirsûsê, Amedê, Enqereyê yên li hember welatparêzan, şoreşgeran û gelê me pêk hat bipirsin, ji bo bersivdayina komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê me pêk anîne, em tevlî pêngava Şengal û Holê bûn. Li hember her cure êrîşên faşîst, em ê bi hevalên PKK’ê re têbikoşin.”

...