Şerê li Şêxmesûd dewam dike
Ji ber êrîşên çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û 8 komên çete yên bi wan ve girêdayî, şerê li ser rêya Kestêlo û derdora avahiyên El Şiqeyîf, dewam dike.

Çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û 8 komên çete yên bi wan ve girêdayî, ku ji AKP/Erdogan piştgiriyê werdigirin, duh saet di 14:30 de ji herêma Seken Kestêlo bi topên hawanê û çekên giran êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Di encama êrîşê de Beşar Mûsa (12) û zarokekî din ê navê wî zanîn jiyana xwe ji dest dan, 60 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên çeteyan ên bi topên hawanê yên li hemberê gelê sivîl bi saetan dewam kir û nîvê şevê kêm bû. Lê belê li ser rêya Kestêlo û derdora avahiyên Eş Şiqeyîf ên taxê, şer hînê bi dijwarî dewam dike.