KCK: Elçî, ji ber ku li gorî dewletê sûcê herî giran kir, hat qetilkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Serokê Baroya Amedê, ji ber ku li gorî dewletê sûcê herî giran kir, hat qetilkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê qetilkirina Tahîr Elçî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê got, "Serokê Baroya Amedê, ji ber ku li gorî dewletê sûcê herî giran kir, hat qetilkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji malbata Elçî, hevalên wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber di daxuyaniya xwe de got, "Serokê Baroya Amedê, ji bo texrîbkirina lingên minareya çarling bi çekên giran ên dewletê protesto bike daxuyanî da û piştî daxuyanî bi dawî bû, bi guleya polîsan hat qetilkirin. Em vê cînayetê bi tundî şermezar dikin û ji malbat, hevalên wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Serokê Baroya Amedê, ji ber ku li gorî dewletê sûcê herî giran kiriye, hatiye qetilkirin. Ji ber ku got, 'PKK ne rêxistineke terorê ye' hedef hat nîşandan û di encamê de hat qetilkirin. Li Tirkiyeyê her kesên ji PKK'ê re nebêjin terorîst, tên aforozkirin. Eger ev kes siyasetmedarekî tê naskirî be, bersiva jê re tê dayîn; mirin e. Dewleta Tirk, ji bo PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' bide qebûlkirin, li paytextên cîhanê digere û di vê oxirê de hemû çavkaniyên Tirkiyeyê pêşkêş dike. Li gorî dewleteke bi vî rengî, gotina 'PKK ne rêxistineke terorîst e' ji aliyê parêzerekî li cîhanê tê naskirin, sûcê herî mezin e. Ji xwe Gladyoya Qesrê yekser ket nava tevgerê, ew derxist pêşberî dadgehê, hedef nîşan da û dûre jî ew qetil kir."

DÎMEN NÎŞAN DIDE KU ELÇÎ JI ALIYÊ POLÎS VE HATIYE QETILKIRIN

KCK'ê got, "Li gorî dîmenên ji aliyê rojnamevanan ve hatiye kişandin, Tahîr Elçî bi awayekî zelal û tê dîtin, ji aliyê polîsekî kincê bi rengê qehweyî lê ye, hatiye qetilkirin" û bal kişand ser van xusûsan: "Di dîmenan de tê dîtin û bihîstin ku du polîs ji polîsê Tahîr Elçî qetil kir re dibêjin, 'bilezîne ji vir biçe bila ti kes te nebîne'. Ev yek jî her tiştî bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Ji ber ku bi guleyeke li pişt stuyê wî ketî hat qetilkirin, tetîk gelekî bi zanebûn hatiye kişandin. Xuya ye polîsan, ji ber ku Tahîr Elçî got, 'PKK ne rêxistineke terorîst e' ji berê ve ew xistine hedefa xwe û di dema herî guncaw de ew qetil kirine."

DAVÛTOGLÛ JI BO NIXUMANDINÊ LI KIRASEKÎ DIGERE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser axaftinên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû û ev xal destnîşan kir: "Davûtoglû bi gotina 'dibe ku di nava şer de maye, lewma gule lê ketiye' hewl daye kirasekî ji vî sûcê xwe re bibîne. Gelo çawa pêkane ku di navber de bi tenê Tahîr Elçî dimîne û bi fîşekeke bi tenê ya polîsan a li stu ketî tê qetilkirin? Tevahiya gelê Kurdistanê gelekî baş dizane ku kuştina bi yek fîşekê ya li serî ketî, rêbazeke cezakirinê ye. Tayyîp Erdogan piştî vê cînayetê got, 'mafdariya têkoşîna me ya li dijî terorîzmê hatiye dîtin'. Ev gotina Erdogan careke din nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê ji bo polîtîkaya xwe ya şer û êrîşê rewa bike, bi çi rengî sivîlan qetil dike.

Çawa ku hikûmeta AKP'ê mirina sivîlan a li Kurdistanê normal dike û weke pêwîstiya pêkanîna asayîşê nîşan dide, hewl dide qetilkirina Tahîr Elçî jî weke ziyanek pêkanîna vê asayîşa ku veguherandiye rêbaza teslîmgirtina gelê Kurd, nîşan bide. Dide xuyakirin ku ew ê xwe bispere vê nêzîkatiyê û şerê li hemberî gelê Kurd dijwartir bike. Ji daxuyaniyên Tayyîp Erdogan tê fêmkirin û dîtin ku her êşeke gelê me, weke malzemeyeke dijwarkirina şer bi kar tîne. Her kesên li dijî vê gotina şer derdikevin jî weke xayinê welêt îlan dike. Daxuyaniyên Tayyîp Erdogan radixin pêş çavan ku wê desthilatdariya AKP'ê êşên gelekî mezintir bîne serê gelê me.

Têkoşîna li dijî desthilatdariyek ku dixwaze yên ji aliyê polîsan ve tên qetilkirin û mexdûran weke malzemeyek şerê xwe bi kar bîne, qelskirina desthilatdariyeke ku nirxên mirovahiyê pê re nemaye û xistina vê desthilatdariyê, wezîfeya herî bingehîn a demokratîk e. Nabe ku gelên me jiyana xwe ya demokratîk û azad ji însafa vê desthilatdariyê re bihêlin. Desthilatdariyek ku rojnamevanan digire, êrîşên polîsan ên li hemberî siyasetmedaran normal dike û bi hêsanî mirovan qetil dike, aşkera ye ku bi her awayî nebaşî jê tê. Qetilkirina Tahîr Elçî bi awayekî bêperwa û xwînsarî ji aliyê polîs ve, delîla herî şênber a vê yekê ye.

BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ AKP'Ê

Li ser bingeha vê rastiyê, êdî pêwîstiyeke ku li Tirkiyeyê blokeke demokrasiyê bê avakirin û li dijî AKP'ê têkoşîn bê meşandin.

Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê dikin ku bi sed hezaran beşdarî merasîma cenaze bibin û hikûmeta AKP'ê ya ku jin, zarok, extiyar, ciwan hemû sivîlan qetil dike, li her derê protesto bikin."