Li Amedê TOMA li wesayîtekê qelibî

Li Amedê TOMA li wesayîteke li ser rê qelibî. Di bûyera ku kes birîndar nebû, welatiyên hatin cihê bûyerê li hemberî polîsan nerazîbûn nîşan dan.

Li Amedê TOMA li wesayîteke li ser rê qelibî. Di bûyera ku kes birîndar nebû, welatiyên hatin cihê bûyerê li hemberî polîsan nerazîbûn nîşan dan.

Li navçeya Yenîşehîr a Amedê TOMA’ya bi plaqeya 21 A 1296 li ser Cadeya Gevran li wesayîteke bi plaqeya 06 TBF 32 qelibî. Hat ragihandin ku di wesayîta qulipî de malbateke ji 5 kesan a 3 jê zarok hene. Di bûyerê de ji malbatê ku kes birîdar nebû, gel li hember polîsan nerazîbûn nîşan da.

Piştî bûyerê li şûna polîsên trafîkê ku wesayîtên zirxî hatin û anonsa, ‘belav bibin’ li gel kirin rastî nerazîbûnê hat. ji ber nerabûn zêde bûn, gelek TOMA û wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê, bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî welatiyan kirin. Li hemberî êrîşê girseyê dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Amed raneze li şehîdê xwe xwedî derkeve” û “Tahîr Elçî nemire” qîr kir, Cadeya Gevran li çûnûhatinê girt.  

Girseya ku li cadeyê agir vêxist, bi çepik û tilîliyan çalakiya dengderxistinê li dar xist, komkujiya polîsan protesto kir. Li hemberî êrîşa polîsan berxwedana welatiyan didome.