Baroya Amedê: Em ê şopdarê dozê bin
Baroya Amedê diyar kir ku Elçî di beşek mezin a jiyana xwe de hewl da înfazên bê daraz, cinayên kiryar nediyar derkevin holê.
Baroya Amedê diyar kir ku Elçî di beşek mezin a jiyana xwe de hewl da înfazên bê daraz, cinayên kiryar nediyar derkevin holê.
Baroya Amedê têkildarî qetilkirina serokê baroyê Tahîr Elçî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baroya Amedê diyar kir ku Elçî di beşek mezin a jiyana xwe de hewl da înfazên bê daraz, cinayên kiryar nediyar derkevin holê.
Desteya Rêveber a Baroya Amedê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku Serokê Baroyê Tahîr Elçî bi gotina, “Ji salên 1990’an heta îro min serî li hember axe û generalên we yên JÎTEM’ê netewand, ez ê ji we bitirsim” bersiv daye tehdîdên li hember xwe.
Baroya Amedê got: “Me hempîşe û serokê xwe yê di tevahiya jiyana pîşeyê xwe de di qada mafê mirovan de xebat meşand, di vê oxirê de hat binçavkirin, rastî îşkenceyê hat, di girtîgehê de ma îro di encama sûîqesteke nemerd de winda kir. Wek baro em failên vê êrîşê nas dikin, dizanin.” Desteya Rêveber a Baroya Amedê diyar kir ku fail kesên salên 1990’an bi qetilkirina rewşenbîrê Kurd Vedat Aydin destpê kirin û cinayetên fail nediyar pêk anîne, kesên çav li wan girtine û dernexistine pêşberî darazê ne.
Baroya Amedê diyar kir ku Elçî beşek mezin a temenê xwe yê pîşeyê bi aşkerakirina binpêkirina mafên mirovên ên wiha giran û cinayetên kiryar nediyar, înfazên bê daraz derbas kiriye û wiha got: “Mixabin bû hedefa van hêzên tarî.
Di qetilkirina serokê me yê ji ber ku di bernameyeke televîzyonê de hin nêrînên xwe anî ziman hate lînckirin, ji aliyê darazê ve bi awayekî derveyî hiqûqê lêpirsîn hat destpêkirin û hat binçavkirin, derketina wî ya derveyî welat hat qedexekirin de para aktorên vê pêvajoyê jî hene.
Jixwe lêkolîna cihê bûyerê ya ku bi tevlîbûna komek hempîşeyên me û Serdozgerê Komarê bi provokasyonê hat astengkirin.
Wek baro ji bo vê sûîqesta li hember serokê me bê ronîkirin em ê her cure hewldanan pêk bînin, em ê şopdarê cînayetê bin, detayên têkildarî mijarê em ê piştre bi raya giştî re parve bikin.
Em vê êrîşa nemerdî ya li hember Serokê me yê Baroyê şermezar dikin, ji malbata wî û endamên baroyê re sersaxiyê dixwazin.”