Li Ezazê komkujî

Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam, li gundê Tinîb ê Ezazê komkujî kirin. Çeteyan li vî gundî herî kêm 20 sivîl bi barbarî qetil kirin.

Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam, li gundê Tinîb ê Ezazê komkujî kirin. Çeteyan li vî gundî herî kêm 20 sivîl bi barbarî qetil kirin.

Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam, duh danê nîvro ji herêma aşê Feysel bi tank û hawanan êrîşî gundên Kiştear û Malikiyê yên Ezazê kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tundî bersiv dan êrîşan û derbên giran li çeteyan dan.

Li gorî agahiyên ji herêma Ezazê hatine wergirtin, di şer de bi dehan çeteyen El Nûsra û Ehrar El Şam hatine kuştin û piştî vê derba giran çeteyan li gundê Tinîb ê li rojhilatê Kantona Efrînê yê ser bi Ezazê, komkujî kirin.

Hat ragihandin ku çeteyên derbên giran ji HSD'ê xwarin êrîşî gelê sivîl kirin û herî kêm 20 sivîl bi hovane qetil kirin.