Birayê Tahîr Elçî, Ahmet Elçî diyar kir ku birayê wî ji aliyê hikûmeta AKP’ê û dozgerên dewletê wek hedef dihate nîşandan û wiha got: “Tenê tiştekî zelal heye, birayê min ji aliyê dewletê hate qetilkirin.”
Birayê Elçî li hember daxuyaniyên Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû bertek nîşan da, destnîşan kir ku daxuyanî dûrî rastiyê ne.
Birayê Elçî got wê birayê xwe li Amedê bispêrin axê, tevahî gel dawetî merasîma cenaze ya wê sibê were lidarxistin kir.
Birayê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Ahmet Elçî têkîldarî qetilkirina birayê xwe û merasîma cenazeyê ji ANF’ê re axivî.
‘TENÊ TIŞTEKÎ ZELAL HEYE; DEWLETÊ BIRAYÊ MIN QETIL KIR’
Elçî diyar kir ku daxuyaniyên Serokwezîr, Serokkomar û rayedarên dewletê ji rastiyê dûr in û wiha berdewam kir: “Birayê min ji aliyê dewlet û hikûmeta AKP’ê wek hedef hat nîşandan. Birayê min ji aliyê dozgerê dewletê û wezîrên hikûmeta AKP’ê bi xwe wek hedef hate nîşandan, îro ji aliyê dewletê hate qetilkirin. Di dewletê de lîstik pir in, em van lîstikana ji dîroka Komarê dizanin. Birayê min ji bo aştî dixwest, muxalif bû hate qetilkirin. Dema dewlet dikeve astengiyê komkujiyan li hember rewşenbîran, muxalifan pêk tîne, îro jî hikûmeta AKP’ê heman tiştî dike. Birayê min di nav pevçûnê de nema, yekser birayê min kirin hedef û qetilkirin. Tiştekî net heye ew jî birayê min ji aliyê dewletê hatiye qetilkirin.”
‘’EM Ê LI PAYTEXTA KURDISTANÊ AMEDÊ BIRAYÊ MIN BISPÊRIN AXÊ’’
Bira Elçî wiha ragihand: “Di serî de li ser daxwaza hevser û hevalên wî, em ê birayê min li Amedê bispêrin axê.” Elçî axaftina xwe wiha domand: “Bi hezaran welatiyên me yên ji Cizîrê hatin xwestin em li Cizîrê defn bikin, lê em ê birayê min ê ku ji aliyê dewletê hat qetilkirin li Amedê, cihê ku bi salan bi malbata xwe re lê xwendiye, têkoşiyaye, li paytexta Kurdistanê Amedê bispêrin axê. Biryara me ya herî dawî ev e.”
‘TEVAHÎ GEL DAWETÎ MERASÎMA CENAZEYA BIRAYÊ MIN E’’
Elçî bi bîr xist ku birayê wî ji bo aştî û biratiya tevahî gelan têdikoşiya, ji bo merasima cenaze ya wê sibê were lidarxistin tevahî gel dawetî ne. Elçî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê gelê Kurd, tevahî Ermenî, Suryanî, Ereb û ji gelê Tirk kesên ku alîgirê biratiyê em dawet dikin. Kesên ji xwe re dibêje ez ‘demokrat im’, ‘mirov im’, em sibê dawetî merasîma cenaze ya li Amedê dikin.”