Hêzên dewletê li Dêrikê gel neçarî terkirina navçeyê dike

Li Dêrikê qedexeya derketina kolanê di roja 3'emîn de berdewam dike. Li ser taxên Dêrikê helîkopterên polîsan difirin û ji aliyekî din ve jî tax tên gulebarankirin.

Li Dêrikê qedexeya derketina kolanê di roja 3'emîn de berdewam dike. Li ser taxên Dêrikê helîkopterên polîsan difirin û ji aliyekî din ve jî tax tên gulebarankirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim anî ziman ku polis anonsên ku gel taxan vala bikin dikin. Yildirim bang li her kesê kir ku xwedî li gelê Dêrikê derkeve û wiha got: “Beriya ku Dêrik bibe Farqîn û Nisêbîn divê xwedî lê bê derketin.”

Li Navçeya Dêrik a Mêrdînê ji 26’ê mijdarê ve qedexeya derketina kolanê hatiye îlankirin û li ser taxên Cevîzpinar, Kuçukpinar, Zeytînpinar, Dağ û Kale êrîşên tîmen taybet berdewam dikin. Polîs û tîmên taybet ên ku ji ber berxwedana gel nikarin têkevin taxan, ji cihê ku wekî dortyol tê bi navkirin êrîşî ser taxan dikin. Polîsên ku êrîşê dibin ser taxan dixwazin Dêrikê jî weke Nisêbînê gel bê ceyran bihêlin. Ji aliyekî din ve jî helîkoptera polîsan li ser navçeyê bê navber difire.

Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Erol Dora, rêxistinên DBP-HDP yên Mêrdînê û gelek welatî hatin têketina navçeyê. Li vê derê heyeta ku dixwest têkeve navçeyê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û ketina wan asteng kirin. Parlementer Gulser Yildirim diyar kir ku gelê Dêrikê li hemberî komkujiyan e û wiha got: “Em bi rêya telefonê li hin welatiyên Dêrikê geriyan. Welatî ji me re dibêjin ‘Polîs anonsa derketina ji malê me li me dike’ Polîs dixwazin bajêr vala bikin û piştre kesên ku tê de bimînin jî qetil bikin.

Yildirim bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin gelê Dêrikê û axaftina xwe wiha dawî kir: "Beriya ku Dêrik bibe Nisêbîn û Farqîn hewce ye ku her kes xwedî li Dêrikê derkeve."