Mêrdîn ÎHD: Qedexeya kolanan ne çareserî ye

Têkildarî qedexeya kolanan a li Dêrikê di roja 4’emîn de berdewam dike, Şaxa Mêrdînê ya ÎHD’ê daxuyaniyek weşand, diyar kir ku qedexeya kolanan ne çareseriyek e.

Têkildarî qedexeya kolanan a li Dêrikê di roja 4’emîn de berdewam dike, Şaxa Mêrdînê ya ÎHD’ê daxuyaniyek weşand, diyar kir ku qedexeya kolanan ne çareseriyek e.

Şaxa Mêrdînê ya ÎHD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, qedexeya kolanan a li navçeya Dêrikê ji aliyê Qeymeqamtiya Dêrikê hat îlankirin di roja 4’emîn de berdewam dike bi bîr xist û wiha got: “Bi van qedexeyan dewlet di çareseriya pirsgirêka Kurd de tiştên tê zanîn dubare dike. Zîhniyeta Toroson Spî li herêmê hebûna xwe hê jî diparêze.”

Şaxa Mêrdînê ya ÎHD’ê destnîşan kir ku qedexeya kolanan ne çareserî ye, wiha dewam kir: “Li şûna li ser maseya muzakereyê pirsgirêk bên axaftin, bi rêbazên wek qedexeyên kolanan ên derveyî qanûnên neteweyî û navneteweyî, çareseriyên ku ji derveyî hiqûqî ne di cih de ne.

Xeleka binpêkirina mafan ên di demek nêz û hê jî li Farqîn û Nisêbînê bi awayekî sîstematîk didomin û li navçeya Dêrikê îlankirina qedexeya kolanan a ku ev 4 roj in berdewam dike…

Qedexeya kolanan wê bi xwe re mirinên sivîl, birîndariyan bîne. Çareseriya pirsgirêkên civakî ne bi şîdetê, tenê bi zimanê aştiyê gengaz e.

Mejiyê dewletê tiştê tê zanîn dubare dike

Çareseriya pirsgirêkên civakî tenê bi muzakereyan mimkûn e. Qedexeya kolanan tê wateya mirinên sivîlan.

Daxwaza me ew e ku bila tavilê qedexeya kolanan bê rakirin.”