Qedexeya derketina derve ya li Dêrikê di roja 5. de didome

Li Dêrika Çiyayê Mazî, di roja 5. a qedexeya derketina derve de êrîşên hêzên dewletê dewam dikin. Di êrîşên duh bi şev de jinek birîndar bû.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di roja 5. a qedexeya derketina derve de êrîşên hêzên dewletê dewam dikin. Di êrîşên duh bi şev de jinek birîndar bû.

Hêzên dewletê duh bi şev bi giranî êrîşî taxên Cevîzpinar, Kuçukpinar, Dag, Zeytînpinar û Kale kirin. Gel li dijî êrîşan li ber xwe dide. Di êrîşê de jina bi navê Fatma Ecer bi guleyên hêzên çekdar ên dewletê, birîndar bû. Ecer a ku bi du guleyan birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.

Hat ragihandin ku polîsên Tirk guleyan berdidin depoyên avê yên li ser xaniyan û ji ber vê yekê ava di nava van depoyan nemaye. Tê gotin ku li navçeyê pirsgirêka avê der bûye.