Salvegera damezrandina PKK'ê li Londonê hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Îngilîstan Londonê bi çalakiyeke bi heybet hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Îngilîstan Londonê bi çalakiyeke bi heybet hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) duh êvarê li Navenda Civaka Kurd a Londonê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevîzyonek ji axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîşandan.

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal li vir peyivî û got, "Rastiya PKK'ê ya bûye gel, bi berxwedanê re êrîşên tinekirin û înkarê yên dewletê pûç kiriye." Akbal da xuyakirin ku ragirtina navê PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorîst' bi ti awayî nayê qebûlkirin û xwest, tavilê ji lîsteyê bê derxistin.

Piştî axaftinan koma Govenda Aştî derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Dûre mûzîsyenên bi navê Îbocan û Sezgîn Coşkûn derketin ser dikê û girseya gel li ber stranên wan govend gerand. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.

...