KCD’ê qetilkirina Elçî şernezar kir

KCD’ê got: “Ji bo gelê Kurd li dijî vê zîhniyeta ku tehemûla wê li hember mirovên alîgirên demokrasiyê yên wek Elçî ku ji bo aştiyê dikare destê xwe bixe bin her kevirî tineye, xwe biparêze îro li her qadan xwerêveberiya xwe yek bi yek îlan dike.”

KCD’ê têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Îro bajarê me Amed bû şahidê qetlîamek din. Serokê me yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku salên xwe ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê kiribû xelat; wek her pêvajoyê di vê pêvajoya qirêj de jî li hember qirkirina dîrok, çand û hunera me piştî daxuyaniya çapemeniyê ji bo xwedîderketina dîrok û çandê bi sûîqestekê jiyana xwe ji dest da.”

KCD’ê bi bîr xist ku ji bo axaftina “PKK ne rêxistinek terorî ye” Tahîr Elçî bi lînceke siyasî rû bi rû hatiye hiştin, destpêkê hewl dan bigirin, ji ber zexta civakê û li ser esasê azadiya fikran serbest hatiye berdan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesên ku ji vê serbest berdanê jî bi acizbûnê hedef nîşan dan û ji vê re bingeh amade kirin, Tahîr Elçî bi plan qetil kirine.

Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Birêz Tahîr Elçî ku di encama êrîşeke nemerdî ya li navçeya Sûrê ya Amedê piştî daxuyaniya çapemeniyê hat qetilkirin wê sibê (29’ê Mijdarê 2015’an) saet 10.00’an ji nexweşxaneyê bê girtin û derbasî Parka Koşûyolû bê kirin. Piştî merasîma cenaze ya ku saet 11.00’an li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû, wê cenazeyê Tahîr Elçî li goristana Yenîkoyê ber bi rêwîtiya dawî bê oxirkirin.

Li hember pêkanîn komkujer ên li hember gelê me, li hember şerê topyekûn ên li tevahî bajarên Kurdistanê em bang li tevahî gelê xwe dikin ku parastina xwe bi cih bînin, li qadan bertekên xwe yên demokratîk bi berxwedanê nîşan bidin û tevlî merasîma cenaze ya sibehê bibin…

 ‘YÊ JI WE BITIRSE BILA WEK WE NEMERD BE…’ (TAHÎR ELÇÎ)”