Amed bi merasîmeke girseyî Elçî bi rê dike-TÊ NÛKIRIN
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku duh li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku duh li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku duh li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin.
Ji ber merasîma cenaze, esnafên li bajêr dikanên xwe venekirin. Girseya gel a li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Selahattîn Eyyûbî kom bû, cenazeyê Elçî rakir. Hempîşeyên Elçî bi cibeyên xwe tevlî merasîmê dibin.
Cenazeyê Serokê Baroya Amedê ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin û ber bi Parka Koşûyolûyê tê birin. Li dû merasîma li vê derê wê cenaze li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.
Rêgeha cenaze tê re bê derbaskirin û derdora goristanê, ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin.
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglû, Seroka Malên Gel Oya Ersoy, Parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û malbata Elçî xwe gihandin ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Selahattîn Eyyûbî.
Li pêşiya nexweşxaneye pankarta bi îmzeya Baroya Amedê ya bi zimanên Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa "Em ê te ji bîr nekin" hat vekirin.
Wekîlên Amedê, serokên baroyan û rêveberên saziyan li pişt pankarta bi nivîsa "Em te ji bîr nakin" li refên pêş cih girtin. Girseya gel e tevlî merasîmê bû, posterên Tahîr Elçî vekirin û flamaya Baroya Amedê danîn ser darbesta wî.
Bi hezaran kesên cenazeyê Elçî ji nexweşxaneyê girtin, berê xwe dan ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolûyê.
Xizmên Elçî, hempîşeyên wî, siyasetmedar, parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û hezkiriyên wî gihaştin ber peykerê mafên mirovan. Bi hezaran kesên ku wêneyên Elçî bi ber sînga xwe ve kirine, bi yek dengî dirûşmên "Şehîd Namirin", "Dewlet a Kujer wê hesap bide" û "PKK gel e gel li vir e" qîriya.
Tê payîn ku di merasîma li ber peyker de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli biaxivin.
Li aliyê din, meşa kortejê dewam dike. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Kujer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e", "Dewleta kujer wê hesab bide" tê qîrîn.