BI DÎMEN

Elçî di 'navberê’ de nema, tenê polîsan gule berdan

Di dîmenên ku dema Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate qetilkirin, hatiye kişandin de detayek bala mirov dikişîne. Yek ji polîsên ku rasterast derdorê gulebaran dike berevajî aliyê ku ciwan direvin ve diçe.

Di dîmenên ku dema Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate qetilkirin, hatiye kişandin de detayek bala mirov dikişîne. Yek ji polîsên ku rasterast derdorê gulebaran dike berevajî aliyê ku ciwan direvin ve diçe, vê yekê pirsa dibe ku wi polîsî Elçî qetil kiriye anî hişê mirovan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi komeke re der barê xerakirina Mînareya Çar Ling a ji aliyê hêzên dewletê ve daxuyanî dan piştre jî qetilkirina Elçî li Kurdistan, Tirkiye û hemû cihanê bandoreke girîng kir û bû rojeva sereke. Tiştên ku Elçî beriya ku bê qetilkirin û detayên ku dema gule lê ket nîşan dide ku Elçî bûye hedefa êrîşeke plankirî. Lê li aliyê din bi gotina "Elçî di navbera du agiran de maye" ve jî bûyera qetilkirina Elçî tê şelûkirin. Bi taybetî daxuyaniyên ku ji aliyê hikûmet û rayedaran ve tên dayîn de tê gotin ku li kolana ku Elçî hate qetilkirin de pevçûnek hebû, wekî ku Elçî di nava vî pevçûnê de bi guleyeke ji ku hatiye nayê zanîn jiyana xwe ji dest daye. Lê dema ku dîmenên ku gelek ajansan kişandine bi baldarî tên lêkolînkirin gotina "Elçî di navbera du agiran de maye" ji ber xwe pûç dibe.

LI KOLANÊ PEVÇÛN TINEYE

Ji 3 kesên ku duh li semta Balikçilarbaşi ya Sûrê bi polîsan re dikevin pevçûnê 2 kes piştî pevçûnê dikevin kolana Mînereya Çar Ling. Di dîmenên ku dem bi dem Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) kişandiye ji du ciwanan yek ji luleya çeka xwe girtiye bi lez ji cem polîsan derbas dibe, ciwanê din jî qet gule bernade û çeka xwe diavêje polîsên li wir. Ev yek bi awayekî zelal tê dîtin. Ango li kolana Tahîr Elçî lê ye qet pevçûn çênabe û Elçî di navbera du agiran de jî namîne.

TENÊ POLÎSÊN SIVÎL GULEBARAN DIKIN

Dîmeneke din a girîng jî di kadrajên Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) de tên dîtin. Di van dîmenan de jî piştî ku her du ciwan dikevin kolanê, 3 polîsên sivîl ên ku daxuyanî dişopandin demeke dirêj ber bi cihê ku Elçî lê ye gulebaran dikin. Tenê polîsên sivîl gule berdidin. Ber bi dawuya dîmenan de jî xalek bala mirovan dikişîne.

POLÎSÊ MONTÊ QEHWEYÎ LI XWE KIRIYE BI LEZ JI WIR DIREVE

Ji 2 polîsên ku wesayît ji bo xwe kirine sîper, polîsê ku li ser wî montê qehweyî heye, ber bi aliyê ku Tahîr Elçî li wir e heta carcura wî diqede gulebaran dike, ev yek di dîmenan de tê dîtin. Di bûyera ku saniye derbas dibin de piştî ku gulebaran bi dawî dibe polîsê din, hevalê xwe yê ku montê qehweyî li xwe kirine bi destên xwe ve dahf dide û hewl dide ji wir dûr bixe. Polîsê ku ji lêdane Elçî biguman dibe, wekî polîsên din li şûna ku ber bi ciwanan sîper bigire û biçe bi lez û bez ber bi aliyê din ve diçe. Ev detay pirsên di hişê mirovan de zêdetir kir.